Li Erxeniyê 3 zarok û ciwanek hatin girtin
Li Erxeniyê 3 zarok û ciwanek bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.
Li Erxeniyê 3 zarok û ciwanek bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.
Hikûmeta AKP'ê tevî êrîşên xwe yên ji bo qirkirinê, operasyonên girtin û binçavkirinê jî li Bakurê Kurdistanê bênavber didomîne. Di encama van operasyonan de roj bi roj gelek kes tên binçavkirin û girtin. AKP a ku nikare berxwedana gel bişikîne, Kurdên ku nikare wan qetil bike, digire.
Li navçeya Amed Erxeniyê, bi armanca şermezarkirina terora dewletê, beriya du rojan rêya Çermûk a li taxa Stasyonê hatibû girtin. Zarokên bi navê Ş.K.(16), M.Ş.O.(16), M.C.E.(16) û Anil Karabûlût ê 18 salî yên li cihê çalakiyê hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê derxistin Edliya Erxeniyê. Dozgeriya Komarê 4 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kir.
Dadgeriyê jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" biryara girtinê der heqê 3 jê zarok 4 kesan de da û ew şand Girtîgeha Tîpa D û E ya Amedê.