BI DÎMEN

Hiso: Desteka ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Rojavaya Xweser û Sûriyeya nû ye

Serokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser Hiso diyar kir, ku Şoreşa Rojava ji bo gelên herêmê û cîhanê bûye çavkaniya hêviyê û destnîşan kir, ew ji aliyê siyasî-dîplomatîk ve bûne mûxatab.

Serokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser Hiso diyar kir, ku Şoreşa Rojava ji bo gelên herêmê û cîhanê bûye çavkaniya hêviyê û destnîşan kir, ew ji aliyê siyasî-dîplomatîk ve bûne mûxatab.

Di salvegera 2. a avabûna Kantonên Rojavayê Kurdistanê de Serokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso ji ANF'ê re axivî.

Hiso di destpêka axaftina xwe de cangoriyên Şoreşa Rojava bi rêzdarî bibîr anî û spasiyên xwe pêşkêşî her kesên di vî warî de bûne xwedî ked û hewldanan, kir. Hiso bibîr xist, ku weke Şoreşa Rojava wan bi serketina YPG/YPJ'ê ya Kobanê dest bi sala 2015'an kiribû û vê yekê çavkaniyeke xurt a moralê afirand.

Hiso anî ziman ku ji her alî ve sala 2015'an ji bo rêveberiya xweseriya demokratîk bû saleke tijî serketin û got, "Serketinên leşkerî yên bi serketina Kobanê re destpê kir, bi pêngavên Til Hemîs, Til Berak, Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo, Hesekê û pêngava Holê ya HSD'ê dewam kir. Di encama van pêngavan de ji navendên girîng ên di destê çeteyan de bûn Çiyayê Kezwanê, Girê Spî, Hol û herî dawî jî Bendava Teşrînê ji çeteyan hatin rizgarkirin. Ev rizgarkirina qada ji hezaran kîlometreçargoşeyî, ji bo ewlehiya Rojavayê KUrdistanê destketiyên mezin bûn. Gelê me li ser bingeha xweparastinê bi fedekarî tevlî serketina hêzên me yên leşkerî bû."

Serokê Desteya Rêveberiyê Ekrem Hiso tevî van serketinên leşkerî bal kişand ser gelek gavên li qada perwerde û civakî jî hatine avêtin û got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe, me xebatên di asta şoreşê de meşandin. Gava me ya ji aliyê perwerdeya bi zimanê dayikê hat avêtin ve hat avêtin, dîrokî bû. Tevî Kurdan ji bo gelên Ereb, Asûrî û gelên din, mafên hemû gelan hatin garantîkirin. Di warê têkiliyên derve û dîplomasiyê de jî xebatên girîng hatin meşandin. Hemû ji van gavan hêja û giranbuha ne.

Piştî van hemû gavên ji bo hevgirtina gelên Sûriyeyê û pêşeroja hevpar, bi avabûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ava bû. Ev serketinên li Rojavayê Kurdistanê derketin holê, ji bo pêşeroja Sûriyeyeke demokratîk bû hêvî ji hemû gelan re. Ev serketin û pêşketineke gelekî girîng e."

'LI QADA NAVNETEWEYÎ EM BÛN MÛXATAB'

Hiso da zanîn ku van destketî û serketinan bandoreke mezin li qada navneteweyî jî kirine û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji Yekîtiya Ewropa û gelek welatan gelek heyetên mezin hatin serdana kantonên me. Her wiha li ser navê rêveberiyên me, gelek heyet niha li Ewropa û gelek cihên cîhanê hevdîtinan dikin û hewl didin pêşerojekê ji bo Sûriyeyê biafirînin."

Hiso da xuyakirin ku piştî îlana Xwerêveberiya Xweseriya Demokratîk a 21'ê Çileya 2014'an, ji Şaredariyan heta tedarikirina pêwîstiyên bingehîn ên gel ên weke av, elektrîk û rê, wan gelek armanc danîn pêşiya xwe û got, "Ji aliyê av, firin, tenduristî, perwerde û gelek qadan ve me gelek gavên mezin avêtin. Niha em dikarin bi hêsanî bêjin ku ti pirsgirêka firin û nan nemaye. Li qada tenduristiyê em gelekî bi pêş de çûn, pirsgirêka elektrîkê me bi giranî çareser kirin. Û yek ji xalên herî girîng jî, di nava gel de feraseta xweparastinê hat afirandin."

'RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK XEBATÊN JI NÛ VE AVAKIRINÊ BI GEL RE DIMEŞÎN'

Hiso diyar kir ku tevî van hemû xebatên wan jî ew dizanin, ku têrker nînin û bibîr xist, ku li ser zemînekî ji aliyê rejîma Baas ve bi xemsariya 40-50 salan re veguherandiye xirbe, wan şoreş pêk anîne.

Hiso got, "Karên ku berê di nava 20-30 salan de nehatin kirin, di nava 2 salên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hatin kirin."

Hiso anî ziman ku tevî hemû astengî û ambargoya li ser wan jî, ew ê bi gelê xwe re, têkoşîneke hevpar bimeşînin û xebatên ji nû ve avakirinê bidomînin.

'DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ZEXTÊ LI DEWLETA TIRK BIKIN'

Serokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso da xuyakirin, ku di sala 3. de em ê hewl bidin pirsgirêkên heyî yên li qada tenduristî, aborî û civakî çareser bikin û got, "Em ji gelê xwe re vê dibêjin; desteka ji bo rêveberiya xweseriya demokratîk, Rojavaya xweser a demokratîk û Sûriyeya nû ye. Lewma em bang li hêzên navneteweyî jî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo dijminatiyê lig elê Kurd neke."