Li Elmanyayê çalakiyên Kurdan û dostên wan ên li dijî komkujiyê didomin
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên AKP'ê yên bi armanca qirkirinê, didomînin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên AKP'ê yên bi armanca qirkirinê, didomînin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên AKP'ê yên bi armanca qirkirinê, didomînin. Di çalakiyên li bajarên Darmstadt, Frankfûrt û Mannheîmê de banga destekkirina berxwedana xwerêveberiyê hat kirin.
DARMSTADT: Bi organîzeya Meclîsa Jinê ya Roza, bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Meydana Lûîsen Platzê li hev civiyan. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê û berxwedana xwerêveberiyê ya gel hat silavkirin. Ji Meclîsa Jinê Mursîde Oltan li vir peyivî û got, "Divê faşîzma AKP'ê destê xwe yê bi xwîn ji ser gelê Kurdên ê bêguneh vekişîne." Oltan bang li Kurdan û raya giştî ya Ewropayê jî kir ku xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin.
NURNBERG: Navenda Çandê ya Elewiyan, li dijî êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê ket greva birçîbûnê. Berdevkê AABF ê Eyaleta Bayernê Mehmet Yildiz got, "Me biryar dan ku li 8 herêmên li gelemperiya Elmanyayê greva birçîbûnê ya bi dorvegerî pêk bînin. Me li herêma Bayernê duh li Îngolstadtê, îro jî li Nurnbergê greva birçîbûnê pêk anîn. Bi vî rengî em dixwazin nîşan bidin ku li cem gelê Kurd in." Yildiz banga rakirina qedexeya derketina derve û destpêkirina muzakereyê kir.
FRANKFÛRT: Platforma Jinan a Demokratîk, ji bo balê bikişîne ser komkujiyên li Kurdistanê û di vê der barê raya giştî agahdar bike, kon veda. Kon ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara, saziyên jinan ên bi navê Yenî Kadin, SKB, ADHK li Meydana Haûpwache hat vedan. Jinan her wiha li ser mijarê nameyek ji bo Serokwezîr Angela Merkel amade kirin.
MANNHEÎM: Bi pêşengiya TJK-E çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û bal hat kişandin ser hovîtiya AKP'ê ku sivîlan qetil dike.
DUSSELDORF: Ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, vê hefteyê jî li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Çalakiya vê hefteyê bi beşdariya endamên Saziya Xizmên Malbatên Windahî û Şehîdan a Ewropayê (KOMAW) hat lidarxistin. Girseya gel li vê derê daxuyaniyek da û piştre ber bi konê li ber Parlamenta NRW hatiye vedan ve meşiya.