KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê teqîna dijwar
Li navçeya Wan Îpekyolû, di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîneke dijwar rû da. -
Di operasyona Yekîneyên Antî Terorê de 2 çete hatin kuştin
Yekîneyên Antî Terorê li çiyaye Kezwanê operasyonek li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn. Di operasyonê de 2 çete hatin kuştin. -
Li hemberî Sûrê êrîşên bi tank û topan
Li navçeya dîrokî Sûrê, ku qedexeya derketina derve di roja 49. de ye, yekîneyên taybet ên Tirk êrîşî malên gel û cihên dîrokî dikin. -
Besê Hozat: Faşîzma herî mezin li hember Rêber Apo tê meşandin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di axaftina xwe ya li bernameya Polîtîk Alan a Med Nûçe de, li ser bûyerên di rojevê de ne daxuyaniyên girîng da. -
Li Norwêcê komeleyeke nû ya çanda Kurd hat vekirin
Li yek ji bajarên peravê yê li rojavayê Norwêcê Stavangerê, duh Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê hat vekirin. -
KOMAW'ê ji bo çalakiyên Çarşemê banga tevlîbûnê kir
KOMAW'ê ji bo çalakiyên 20'ê Çileyê roja Çarşemê banga tevlîbûnê kir. -
Li Nisêbînê 2 wesayîtên zirxî hatin rûxandin
YPS'ê li navçeya Nisêbînê bi roketan 2 wesayîtên zirxî rûxandin. Têkildarî windahiyên can agahiyên zelal nehatin bidestxistin. -
Cenazeyê tê diyarkirin ku aîdî Paksoy e şandin Şirnexê
Ap Nadîr Paksoy ê hewl da cenazeyê danê nîvor anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û tê diyarkirin ku aîdî Huseyîn Paksoy ê 16 salî ye, ji ber gulebarana zêde nikarîbû bikeve nexweşxaneyê. -
Li Şemzînan û Çelê “rêveberiya awarte”
Walîtiya Colemêrgê gelek herêmên li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê “Herêmên Ewlehiya Taybet” îlan kir, ketina welatiyan qedexe kir. -
Li Silopiyayê cenazeyek nasnameya wî nediyar hat dîtin
Li Taxa Başak a Silopiyayê hat ragihadin ku cenazeyek nasnameya wî nediyar ê aîdê mêrekî nêzî 30 salî ye hat dîtin. -
Davûtoglû li Londra hat protestokirin
Di encama bûyerên protestokirina Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yê ji bo rêzehevdîtina duh êvarî hatibû paytext Londra ya Îngîltere, 3 kes hatin binçavkirin. -
Li Şirnexê 5 teqînên mezin: Polîsên mirî û birîndar hene/ HAT NÛKIRIN
Tê diyarkirin ku piştî teqînan pevçûnên dijwar tên jiyîn û polîsên mirî hene. -
Dewleta AKP’ê leşker sewqî Sûrê kir
Dewleta AKP’ê ya ku 48 roj in nikare berxwedana Sûrê bişikîne, piştî SAS, JOH û POH’ê vê carê jî tîmên taybet ên kom sor sewq kirin. -
Cenazeyê Yuksekbag bi dirûşman ve hate oxirkirin
Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Nuran Yuksekbag (Dorşîn Garzan) ya ku di 12'ê çileyê de li navçeya Qoserê hate qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin. -
Akademîsyenên Avûstûrya û Swîsre: Em jî piştgiriya danezanê dikin
Ji bo piştgiriya Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê yên bi hedefnîşandana Erdogan rastî lînca siyasî hatin, akademîsyenên Avusturya û Swîsreyê li pêşiya Zanîngeha Viyanayê daxuyanî dan. -
Kantona Efrînê derbasbûnên sînorê Bakur qedexe kir
Desteya Karê Hundir a Kantona Efrînê derbaskirina sînorê Bakurê Kurdistanê qedexe kir û ji welatiyên Sûriyeyê xwest ku neyên Efrînê. -
Li pêşiya Parlamentoya Fransayê çalakiya kon
Li paytext Parîs a Fransayê bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê li pêşiya Parlamentoya Fransayê çalakiya nobedê ya 3 rojan hat lidarxistin. -
Li Dusseldorf Kurdan çalakiya nobedê ya 5 rojan dan destpêkirin
Kurdên li Dusseldorf dijîn, bi armanca piştgirîdayîna xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê li pêşiya avahiya Parlementoya eyaleta NRW’ê çalakiya nobedê ya 5 rojan dan destpêkirin. -
Artêşa Tirk hêzên xwe li sînorê Rojava kom dike
Artêşa Tirk di bin navê çeteya “Sultan Murat” amadekariya dike ku herêma Şehba dagir bike li beranberî gûnde Hemam ê Cindiresiyê, li gûndê bakurê sînor kombûnên leşkerî yen zêde dike. -
Partiya Vatan ji bo girtina HDP’ê serî li Dadgeha Bilind da
Partiya Vatan ji bo girtina HDP’ê bi daxwaza doza resen bê vekirin serî li Dadgeha Bilind da. -
Konferansa ‘Ji bo qelen, pevjîna bi zorê û ji kuştinên di bin navê namûsê re na’ hat lidarxistin
Li Navenda Civîna Jinan a ÛTAMARA konferansek bi mijara ‘Ji bo qelen, pevjîna bi zorê û ji kuştinên di bin navê namûsê re na’ hat lidarxistin. -
Vê carê xwe avêtin bextê Sirûda Mehterê
Li Cizîrê ku terora dewletê di roja 36. de didome, YPS’e bersivên tund dide êrîşên hêzên dewletê yên li ser Taxa Cûdiyê, pevçûnên dijwar diqewimin. -
Ji bo teşhîskirina Paksoy malbat wê biçe nexweşxaneyê
Hat îdîakirin ku cenazeyekî ev 4 roj in li taxê tê rawestandin û bi ambûlansa Şaredariya Cizîrê ve ji Taxa Nûhê hat wergirtin aîdî Huseyîn Paksoy e. -
Nisêbîniyan bi stranan Cizîr û Silopiya silav kirin
Di aktîvîteya bi armanca piştevaniya berxwedana Cizîr û Silopiya ji aliyê Navenda Çand û Hunera Mîtanî ya Nisêbînê hat lidarxistin de bi sedan kesî bi stran û govendên berxwedanê Cizîr û Silopiya silav kirin. -
Li Qoserê 2 kesên din jî hatin binçavkirin
Li Qoserê piştî bûyera 2 jê jin 4 kesên ku ji aliyê tîmên taybet ê Tirk ve hatin înfazkirin, 2 kesên din jî hatin binçavkirin.