BI DÎMEN

Besê Hozat: Faşîzma herî mezin li hember Rêber Apo tê meşandin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di axaftina xwe ya li bernameya Polîtîk Alan a Med Nûçe de, li ser bûyerên di rojevê de ne daxuyaniyên girîng da.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di axaftina xwe ya li bernameya Polîtîk Alan a Med Nûçe de, li ser bûyerên di rojevê de ne daxuyaniyên girîng da.

Hozat da xuyakirin, ku şerê topyekûn di 5'ê Nîsanê de bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re destpê kir û anî ziman, ku Ocalan bi tecrîd û zexteke gelekî giran re rû bi rû ye. Hozat bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li pêşberî vê rewşê û da zanîn ku ev pêkanîn li dijî hiqûqa Yekîtiya Ewropayê û li dijî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

LI DIJÎ TECRÎDÊ BERXWEDANA TOPYEKÛN DIVÊ

Hozat da xuyakirin, ku li hemberî vê tecrîda mezin a şidandî, divê CPT, saziyên navneteweyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derhal bikevin nava tevgerê û got, "Rewş gelekî cidî ye. Ev yek, weke gel û tevgera Kurd me dixe nava fikaran. Rewşa heyî bi ti awayî nayê qebûlkirin. Bi vê wesîleyê ez dixwazim bang li gelê Kurd, dostan û raya giştî ya demokratîk bikim. Ji bo rakirina vê tecrîdê û pêkhatina mercên azadiyê yên Rêber Apo divê her kes rabe ser piyan û têbikoşe. Li her derê divê berxwedaneke topyekûn bê nîşandan. Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo neyê şikandin, heta ku ev îşkence neyê bidawîkirin, bi ti awayî mirov nikarin qala demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bikin, nikarin qala çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bikin. Biryara şerê topyekûn, ji 5'ê Nîsanê û pê ve bi şidandina tecrîda li ser Rêber Apo re destpê kir. Biryara komkujiyên li bajaran û têkbirina li bajarên Kurdan piştî vê biryarê ket meriyetê. Piştî 5'ê Nîsanê dewleta Tirk û AKP li her derê dest bi êrîşên topyekûn ên şer kirin. Li hemberî gelê Kurd, li hemberî bajarên Kurdan, li dijî gerîla û Rojava, li dijî Kurdan dest bi şer kirin. Ji bo ev yek bê şikandin û dawî li faşîzm û desthilatdariyê darbeyê ya li Tirkiyeyê bê xistin, pêwîste beriya her tiştî tecrîda li ser Rêber Apo û şer bê bidawîkirin. Bi rakirina tecrîdê re divê mercên azadiyê yên Rêber Apo bên afirandin. Heta ev nebe li Tirkiyeyê faşîzm naqede. Faşîzma herî mezin niha li hemberî Rêber Apo tê meşandin. Faşîzma herî mezin pêkanînên li Îmraliyê, tecrîda şidandî ya li Îmraliyê ye. Polîtîkayên qirkirinê ji Îmraliyê destpê dike û li Kurdistan û Tirkiyeyê weke faşîzmeke tirsnak bi cih tên anîn. Pêwîste li hemberî vê yekê li her qadê têkoşîn bê meşandin."

AKP'Ê DI PÊVAJOYA DIYALOGÊ DE AMADEKARÎ JI ŞER RE KIR

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir, ku di pêvajoya diyalogê de AKP û dewleta Tirk amadekarî ji bo şer kir û bibîr xist ku siyaseta qirkirinê û pêkanînên wê di 2014'an de hat plankirin û di 30'ê Cotmeha 2014'an de di civîna MGK'ê de veguherîn biryarê.

Hozat got, "Me her tim got. Li her derê qereqol, kalekol çêkirin. Rêyên ji bo karê leşkerî çêkirin. HES û di bin navê ewlekariyê de bendav çêkirin. Hêzên şerê taybet, endamên JÎTEM'ê û gladyoya qesrê li gelek deverên Kurdistanê bi cih bûn. AKP'ê di pêvajoya diyalogê de bi awayekî gelekî cidî amadekarî ji şer re kir. Di sala 2014'an de biryara şerê topyekûn stend û şer da destpêkirin. Starta şerê topyekûn di 5'ê Nîsanê de da; piştî  7'ê Hezîranê darbeya faşîst a sivîl pêk anî û xist meriyetê. Polîtîkayên qirkirinê yên niha bi cih tên anîn, ji yên salên 90'î dijwartir in. Timî nîqaş dikin; dibêjin gelo em li salên 90'î vegeriyan? Wellehî Tirkiye salên 90'î najî. Rewşeke ji salên 90'î xerabtir e dijî. Rewşa ku niha Tirkiye dijî pêvajoyên qirkirinê yên 1925-1936-1938 e. Erdogan bi awayekî vekirî got; 'Em li rojhilat û başûrrojhilat operasyona paqijkirinê dimeşînin, ev yek wê bidome'. Biryara 'operasyona paqijkirinê' ya li hemberî Kurdan kengî hat girtin? Bi Lozanê re hat girtin. Di sala 1925'an de jî ket meriyetê. Komkujiya Şêx Seîd û komkujiyên li Kurdistanê encama vê bû, 'operasyona paqijkirinê' bû. Tepisandina Îsyana Zîlan û qetilkirina bi deh hezaran mirovan, koçberkirina wan û piştî sirgûnê jî komkujiya spî, 'operasyona paqijkirinê' bû."

YA NIHA DIQEWIME, QIRKIRINA SALA 1925'AN E

Besê Hozat da xuyakirin ku pêkanînên qirkirina Dêrsimê jî 'operasyona paqijkirinê' bû û got, "Bi deh hezaran mirov qetil kirin. Bi deh hezaran sirgûn kirin. Bi deh hezaran zarok asîmîle kirin. Komkujiyeke spî û polîtîkaya tehcîrê li Kurdistanê hat meşandin. Heman polîtîkaya qirkirinê niha li bajarên Kurdistanê tê dubarekirin. Lewma rewşek ji ya salên 90'î dijwartir heye. Ya niha li Kurdistanê diqewime pêkanînên sala 1925'an, 1931, 1938-38 e. Kurdan daxwaza xwerêveberiyê kirin, xweseriya demokratîk xwestin. Lê li Dêrsimê rastî komkujiyê hatin."

KURDISTAN HEMÛ WÊ BIBE CIZÎR, SILOPIYA Û SÛR

Hozat da zanîn ku di roja îro de polîtîkayeke giran a qirkirinê tê meşandin û destnîşan kir, ku komkujiya niha li Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboran, Farqîn û gelek herêmên Kurdistanê tên kirin, wê li gelemperiya Kurdistanê belav bibin û got, "Pêkanînek mîna qirkirina li Dêrsimê niha Kurdistanê tê meşandin. Biryara vê hatiye wergirtin. Divê gelê Kurd vê bibîne û fêm bike. Li hemberî vê yekê pêwîste li her derê berxwedaneke topyekûn nîşan bide û rabe ser piyan. Rewşa heyî wê li tevahiya Kurdistanê belav bibe. Sibe wê hemû bajarên Kurdistanê bibin mîna Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn. Girîng e ev were zanîn. Desthilatdariya AKP'ê ya faşîst, wê polîtîkayên xwe yên qirkirinê yek bi yek li bajarên Serhed, Dêrsim, Başûrrojavayê Kurdistanê bixe meriyetê. Dewletê û AKP'ê biryara vê stendine. Pêwîste ev were dîtin, cidiyeta wê bê fêmkirin û li her derê li dijî polîtîkayên qirkirinê berxwedaneke topeykûn bê nîşandan."