Li Şemzînan û Çelê “rêveberiya awarte”

Walîtiya Colemêrgê gelek herêmên li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê “Herêmên Ewlehiya Taybet” îlan kir, ketina welatiyan qedexe kir.

Walîtiya Colemêrgê gelek herêmên li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê “Herêmên Ewlehiya Taybet” îlan kir, ketina welatiyan qedexe kir. Hin herêmên li navenda bajar û jiyangehên sivîl rastî pêkanîna rêveberiya awarte hatin.

Walîtiyê berî jî bi sedan herêmên li Colemêrgê “Herêmên Ewlehiya Taybet” îlan kirin, bi dehan herêmên di navbera sînorên navçeyên Şemzînan û Çelê di navbera 19’ê Çileyê û 2’ê Sibatê de ji ketina sivîlan re qedexe kir.