Cenazeyê tê diyarkirin ku aîdî Paksoy e şandin Şirnexê

Ap Nadîr Paksoy ê hewl da cenazeyê danê nîvor anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û tê diyarkirin ku aîdî Huseyîn Paksoy ê 16 salî ye, ji ber gulebarana zêde nikarîbû bikeve nexweşxaneyê.

Ap Nadîr Paksoy ê hewl da cenazeyê danê nîvor anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û tê diyarkirin ku aîdî Huseyîn Paksoy ê 16 salî ye, ji ber gulebarana zêde nikarîbû bikeve nexweşxaneyê. Ji bo teşhîskirina cenazeyê wê sibehê bibin Şirnexê, ferdên malbatê yên li Qilebanê jî wê biçin bajar.

Terora dewleta Tirk a navçeya Cizîr a Şirnexê di encama êrîşên tîmên taybet ên Tirk a li ser Taxa Cûdiyê zarokê bi navê Huseyîn Paksoy ê 16 salî birîndar bibû. Ji beriya 4 rojan ji bo Paksoy rakin nexweşxaneyê ambûlans ji aliyê hêzên dewletê ve dihat astengkirin.

JI BER GULE REŞANDINÊ TEŞHÎS NEKIR

Ji bo rakirina Paksoy îro saetên danê nîvro ambûlansa girêdayî Şaredariya Cizîrê ket taxê û cenazeyek rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ji bo teşhîskirina cenaze, Apê Paksoy Nadir Paksoy xwest biçe Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê, ji ber sedema gulereşandina dijwar Paksoy neçû nexweşxaneyê.

CENAZE WÊ BIŞÎNIN ŞIRNEXÊ

Ji bo karûbarê otopsiyê wê cenaze rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat ragihadin ku ji bo teşhîskirina cenaze dayik û bavê Paksoy ên li navçeya Qileban a Şirnexê dijîn, wê sibehê biçin bajar.

DMME BIRYARA TEDBÎRÊ GIRTIBÛ

Parêzera malbata Paksoy Nûray Ozdogan, ji ber birîndar nikarin rakin nexweşxaneyê beriya 2 rojan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) dabû û îro ji bo Paksoy bibin nexweşxaneyê biryara tebîrê hat girtin.