Artêşa Tirk hêzên xwe li sînorê Rojava kom dike
Artêşa Tirk di bin navê çeteya “Sultan Murat” amadekariya dike ku herêma Şehba dagir bike li beranberî gûnde Hemam ê Cindiresiyê, li gûndê bakurê sînor kombûnên leşkerî yen zêde dike.

Koma çete a bi navê “Sultan Murat” ya ku ji aliyê MÎT’ê hatiye rexistinkirin û giredayî çeteyên El-Nusra tevdigere, li bakurê Helebê qaşo “herema leşkerî” îlan kir, di rojên dawî de arteşa Tirk jî li sînorê Rojava di nav tevgerek zêde de ye.
Artêşa Tirk ku beriya du rojan li nêzî gundê Hemamê yê girêdayî navçeya Cindrêsê ya Efrînê, derbasî aliyê Rojava bûn, hêzên xwe û maşîneyên xwe yên leşkerî li sînorê Rojavayê Kurdistanê, kom dike. Leşker bi armanca ku hin erdên kantona Efrînê tevlî erdên Tirkiyê bikin, nîşanan datînin.
Girêdayî mijarê welatiyên gundê Hemamê diyar kirin ku ji şevê din ve leşker neketine erdên gund, lê carcaran guleyan li welatiyan direşînin.