Ji bo teşhîskirina Paksoy malbat wê biçe nexweşxaneyê

Hat îdîakirin ku cenazeyekî ev 4 roj in li taxê tê rawestandin û bi ambûlansa Şaredariya Cizîrê ve ji Taxa Nûhê hat wergirtin aîdî Huseyîn Paksoy e.

Li navçeya Cizîrê cenazeyê ku bi ambûlansa Şaredariya Cizîrê ve ji taxa Nûrê hate wergirtin hate îdiakirin ku aîdî Huseyîn Paksoy ê 16 salî yê beriya 4 rojan hate birîndarkirin û li taxê dihat rawestandin e. Eşqalê ku tê dayîn nîşan dide ku cenaze aîdî Paksoy e, lê ji ber ku tam nezelal e Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz got ku piştî hevdîtina bi emniyetê re malbata Paksoy wê ji bo teşhîsê biçe nexweşxaneyê. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê cenazeyê welatiyekî ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin bi ambûlansa Şaredariya Cizîrê ve ji taxa Nûrê hate wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hate îdîakirin ku cenaze aîdî Huseyîn Paksoyê 16 salî yê beriya 4 rojan ji aliyê hêzên dewletê ve hate birîndarkirin e. 

SARIYILDIZ: DIBE KU YÊ PAKSOY BE

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz ê der barê mijarê de agahî da got ku serê sibehê ambûlans şandine cihê ku Paksoy birîndar bûye, ambûlansê li wir cenazeyekî aîdî zarokê di temenê Paksoy de ye biriye Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Sariyildiz wiha got: "Me têkîldarî cenaze ji personelê ambûlansê agahî wergirt. Eşqal dişibe yê Paksoy. Lê ji ber ku bê zelalkirin divê cenaze bê teşhîskirin."

MALBAT WÊ JI BO TEŞHÎSÊ BIÇE NEXWEŞXANEYÊ

Sariyildiz bilêv kir ku malbata Paksoy jî dixwaze biçe nexweşxaneyê û ev agahî da: "Malbat niha li cem me ye. Lê êrîş berdewam dikin. Ji ber ku me xwe negihandiye rayedaran em nikarin biçin nexweşxaneyê. Piştî hevdîtinê malbat wê biçe nexweşxaneyê û cenaze teşhîs bike."

DMME'YÊ BİRYARA TEDBÎRÊ DA

Parêzera malbata Paksoy, Nuray Ozdogan beriya 4 rojan ji bo Paksoy bibin nexweşxaneyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME'yê serlêdana hate kirin nirxand û ji bo parastina jiyanê tedbîr bên girtin, biryar da.