BI DÎMEN

Di operasyona Yekîneyên Antî Terorê de 2 çete hatin kuştin

Yekîneyên Antî Terorê li çiyaye Kezwanê operasyonek li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn. Di operasyonê de 2 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku roja 16'ê Çileyê Yekîneyên Antî Terorê, li çiyayê Kezwanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê operasyonek pêk anîne.

Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Hêzên me yên Yekîtiyên Antî Terorê li ser esasê agahiya ku hin çeteyan bi armanca li dijî qadên di bin serweriyê hêzên me de êrîş lidar bixin li herême xebatê keşif dimeşînin, li qadê operasyonek dan destpêkirin. Di encama operasyonê de 2 endamên çete tevî çek û cebilxaneyên li ser wan bi awayekî mirî hatin bi dest xistin.

Li ser çeteyekî hatiye kuştin nasnameyeke li ser navê Ebu Firat El Retlawî hatiye dîtin lê ji ber ku li ser çeteyê din nasname nebû navê wî nehatiye zelalkirin. Hêzên me yên Yekîneyên Antî Terorê li vir 2 kleş, 5 şerjor û 120 fîşekên kleşê, 2 bombeya destan, 1 bêtel, 1 dûrbîn, 24 fûnyeya bi elektrîk û motorek bi dest xistin."