Li Norwêcê komeleyeke nû ya çanda Kurd hat vekirin

Li yek ji bajarên peravê yê li rojavayê Norwêcê Stavangerê, duh Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê hat vekirin.

Li yek ji bajarên peravê yê li rojavayê Norwêcê Stavangerê, duh Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê hat vekirin. Komeleya Çanda Kurd li navnîşana Hillevågsveien 36 a li navenda Stavangerê ye. Komele wê bi rêya komîteyan bixebite. Di vê çarçoveyê de komîteyên dîplomasî, medya, çand, ciwan û jin hatin avakirin. Komele wê bi sîstema hevserokatiyê bê birêvebirin.

Li gelemperiya Norwêcê, li paytext Osloyê jî komeleya Kurd heye. Rayedarên komeleyê ji ajansa me re axivîn û ji bilî komeleyên li van her du bajaran, li bajarên Trondheîm û Fredrîstadê jî xebatên ji bo avakirina komeleyan tên meşandin û di demeke nêz de wê hejmara komeleyên li Norwêcê bibin çar.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Norwêcê, li Norwêcê 45 hezar Kurd dijîn.

...