Davûtoglû li Londra hat protestokirin
Di encama bûyerên protestokirina Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yê ji bo rêzehevdîtina duh êvarî hatibû paytext Londra ya Îngîltere, 3 kes hatin binçavkirin.

Îro piştî nîvro Serokwezîrê Îngîltere Davîd Cameron û Davûtoglû hevdîtin pêk anîn. Pîştî hevdîtina di derketina avahiya serokwezîrtiyê de pêşiya wesayîta Davûtoglû ji aliyê çalakvanan hat qutkirin. Di çalakiya ku bi sedan polîs ji bo “ewlehiyê” amade bûn de polîsan êrîşî çalakvanan kirin û 3 kes binçav kirin. Wesayîta Davûtoglû ji ber protestoya çalakvanan ji deriyê pêşî vegeriya û ji deriyê pişt ve hat revandin. Çalakiya bi sedan çalakvanî li pêşiya avahiya serokwezîrtiyê didome.