Vê carê xwe avêtin bextê Sirûda Mehterê
Li Cizîrê ku terora dewletê di roja 36. de didome, YPS’e bersivên tund dide êrîşên hêzên dewletê yên li ser Taxa Cûdiyê, pevçûnên dijwar diqewimin.
Li Cizîrê ku terora dewletê di roja 36. de didome, YPS’e bersivên tund dide êrîşên hêzên dewletê yên li ser Taxa Cûdiyê, pevçûnên dijwar diqewimin.
Li Cizîrê ku terora dewletê di roja 36. de didome, YPS’e bersivên tund dide êrîşên hêzên dewletê yên li ser Taxa Cûdiyê, pevçûnên dijwar diqewimin. Hêzên dewletê yên nikarin berxwedanê bişkînin, çareyê di navenda bajar ji wesayîtên zirxî bi guhdarkirina Sirûda Mehterê digerin.
Êrîşên li dijî berxwedana xwerêveberiya gel di roja 36. de dewam dike, li Taxa Cûdiyê pevçûnên dijwar rû didin. Leşker û polîsên hewl dan bikevin Taxa Cûdiyê rastî bersiva tund a hêzên YPS’ê hatin. Li taxê pevçûnên bi şîdet diqewimin, li navenda navçeyê jî hêzên dewletê yên tevî hemû êrîşan jî nikarin berxwedana gel bişkînin, ji wesayîtên zirxî sirûda Mehterê didin guhdarkirin.