Kantona Efrînê derbasbûnên sînorê Bakur qedexe kir
Desteya Karê Hundir a Kantona Efrînê derbaskirina sînorê Bakurê Kurdistanê qedexe kir û ji welatiyên Sûriyeyê xwest ku neyên Efrînê.
Desteya Karê Hundir a Kantona Efrînê derbaskirina sînorê Bakurê Kurdistanê qedexe kir û ji welatiyên Sûriyeyê xwest ku neyên Efrînê.
Daxuyaniya ku Desteya Karên Hundir daye wiha ye:
“ji bo parastina ewlehî û aramiya şêniyên kantonê li gorî rewşa awerte ku herêm tê re derbas dibe û di nav de gelek bûyerên bi êş pêk tên, Desteya Karên Hundir biryarek girtiye. Qedexe ye ku welatiyên Kantona Efrînê sînor derbas bikin. Kesên ku vê yekê îhlal bikin wê rastî lêpirsînê werin. Li gorî sedemên ku me diyar kirin divê welatiyên ji herêmên din ên Sûriyeyê neyên kantonê.”