Li Şirnexê 5 teqînên mezin: Polîsên mirî û birîndar hene/ HAT NÛKIRIN
Tê diyarkirin ku piştî teqînan pevçûnên dijwar tên jiyîn û polîsên mirî hene.
Tê diyarkirin ku piştî teqînan pevçûnên dijwar tên jiyîn û polîsên mirî hene.
Li qewserêya rêyên Yenîmahalle ya Şirnexê li pey hev 5 teqînên mezin pêk hatin. Tê diyarkirin ku piştî teqînan pevçûnên dijwar tên jiyîn û polîsên mirî hene.
Li qewserêya li ser rêya Cizîrê ya li Yenîmahalle ya girêdayî navenda Şirnexê li pey hev 5 teqînên mezin pêk hat.
Piştî teqînan pevçûnên dijwar pêk hatin. Gelek ambûlans sewqî cihê bûyeran hatin kirin; sedema teqînê hê nehat zelalkirin. li gor hin çavkaniyên heremî herî kêm 5 tîmên taybet mirine.
Di vê demê tevgerek zêde ya helîkopteran li ser bajar heye. Her wiha li hat ragihandin ku li hember serwîsa polîsan jî çalakiyek bi roketan hatiye lidarxistin û polîsên mirî û birîndar hene. li gor hin çavkaniyên heremî herî kêm 5 tîmên taybet mirine.
Li herêmê pevçûn didomin, polîsên ku Yenîmahalle bi wesayîtên zirxî dorpêç kirine tax dane ber çekên giran.