KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Mêrdînê operasyon, li dijî qadên gerîla êrîşên hewayî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku dewleta Tirk a piştî çalakiya li Çinarê bêçare ma, êrîşeke berfireh a hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. -
Li Dêrikê 3 jin hatin girtin
Li Dêrikê 3 jinên hatin binçavkirin hatin girtin. -
Krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê giran dibe
Krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê ku ev demeke dirêj e dewam dike, roj bi roj girantir dibe. Hikûmetê da xuyakirin, ku eger ji niha û pê ve mûçe werin dayîn jî ew ê nîvê mûçeyan bê dayîn. -
Li Elbakê operasyon
Li herêma Şerefxan a navçeya Wan Elbakê, artêşa Tirk dest bi operasyonê kir. -
Terora dewletê li Ewropayê tê şermezarkirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, didomînin. -
'Li her derê rêxistinî, li her derê xendek'
Endama Komîteya TEV-ÇAND'ê Bêrî Dêrsimî diyar kir ku heta gelê Kurd ê azad hebe, wê zîhniyeta DAIŞ'ê û Erdogan ê nûnerê vê zîhniyetê negihêjin armancên xwe. -
3 nuqteyên din ji çeteyan hatin paqijkirin
Hêzên Ceyş El Suwar, li Ezazê 3 nuqteyên din ji çeteyan paqij kirin. -
Huseyîn ê 16 salî yê birîndar hînê li taxê ye
Huseyîn Paksoy ê 16 salî yê li Cizîrê berî du rojan bi guleyên hêzên dewletê birîndar bû, destûra nayê dayîn ku malbat wî rake nexweşxaneyê. Êrîşên bi tank û hawanan ên li hemberî taxan jî didomin. -
Konferansa HDP'ê destpê kir
Konferansa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), destpê kir. -
Sariyildiz: Eger em berxwedanê mezintir bikin, em ê dorpêçiyê bişikînin
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin ku dewleta Tirk ev 35 roj in bi hovane êrîşî Cizîrê dike û got, "Ji niha ve mirov dikarin bêjin ku Cizîr bi ser ketiye, dewlet têk çûye." -
Berxwedana Sûrê di roja 47. de ye
Li derdora Mizgefta Kûrşûnlû şerekî dijwar diqewime. Hat ragihandin, ku cenazeyên du kesên duh hatin qetilkirin danîne cem cenazeyên Rozerîn û Ramazan. -
Êdî navendeke tenduristiyê ya gelê Şengalê heye
Komîteya Tenduristiyê ya di bin sîwanê Meclîsa Avaker a Şengalê dixebite, mora xwe danî binê karekî din ê girîng. -
Tevgera Azadî li dijî dagirkeriya Tirk dikeve nava tevgerê
Tevgera Azadî der barê dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirk ve, daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Wekîlê HDP'yî Encu: Zilma Kerbela li Silopiyayê dikin
Encu da xuyakirin ku zilm û zordariya ev 35 roj in li Silopiyayê tên kirin, qat bi qat ji faşîzma 12'ê Îlonê dijwartir e û got, "Cenazeyên mirovên me yên hatin qetilkirin û înfazkirin, piştî çend hefteyan hatin rakirin." -
Meclîsa Êzidî ya Şengalê salek li dû xwe hişt
Di yekemîn salvegera damezrandina Meclîsa Avaker a Şengalê de, ku pêşengiyê ji avakirina xwerêveberiya civaka Êzidî ya li Şengalê re dike, duh semînerek li Şengalê hat lidarxistin. -
Ongûlû yê li Sêrtê hat qetilkirin, li gundê xwe hat veşartin
Mucahît Ongûlû yê li Sêrtê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, li gundê lê ji dayik bûye ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekê hat veşartin. -
Kurd li ber Parlamenta Fransayê dest bi çalakiya rûniştinê dikin
Ji bo çalakiya ku wê roja Duşemê li ber Parlamenta Fransayê destpê bike, CDK-F banga tevlîbûnê kir. -
Li Amedê beriya meşê dikan hatin girtin
Beriya meşa saet di 14:00 a ji bo şikandina dorpêçiya li ser Sûrê, dikandaran dikanên xwe venekirin. -
Di serma -22 pileyî de meşa 30 km'yî ya li dijî AKP'ê
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sandvîkenê, 30 Kurdistanî li meydana bajêr li hev civiyan û saet di 08:00 de ber bi bajarê Gavle ve dest bi meşê kirin. -
Greva birçîbûnê ya li Amsterdamê roja 4. li dû xwe hişt
Li bajarê Hollanda Amsterdamê, greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina dewleta Tirk û destekkirina berxwedana xwerêveberiyan hat destpêkirin, dewam dike. -
Gerîlaya YJA Starê Lutfiye Bûlût li Hannoverê hat bîranîn
Gerîlaya YJA Starê Lutfiye Bûlût (Jînda Mêrdîn) li bajarê Elmanya Hannoverê hat bîranîn. -
Ji bo Selamet û Mehmet Şahîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin teziye
Hevjîn Selamet û Mehmet Şahînên li Cizîra berxwedêr ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Bensheîmê hatin bîranîn. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Zapê barandin
Gelek balafirên şer ên Tirk duh bi şev bombe li herêma Zapê barandin. -
Ciwanan li Parîs û Hannoverê çalakî lidar xistin
Endamên Ciwanên Azad, li Parîs û Hannoverê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Ciwanan terora dewleta Tirk a li Kurdistanê jî şermezar kirin. -
Elewiyan li Hagenê dest bi greva birçîbûnê kirin
Li bajarê Elmanya Hagenê, bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, bi pêşengiya FEDA greva birçîbûnê destpê kir.