Li Amedê beriya meşê dikan hatin girtin

Beriya meşa saet di 14:00 a ji bo şikandina dorpêçiya li ser Sûrê, dikandaran dikanên xwe venekirin.

Bi armanca şikandina êrîşên li hemberî Sûrê ku ev 47 roj in dewam dikin û silavkirina berxwedêran, DBP, HDP, KCD û KJA saet di 14:00 de li ber AZC Plaza ber bi Sûrê ve dest bi meşê dikin. Beriya meşê li Amedê, ji bilî firin û dermanfiroşan ti dikan nehatin vekirin û ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin.

Gelê Amedê jiyan sekinand û wê saet di 14:00 de meşeke girseyî pêk bîne.