'Li her derê rêxistinî, li her derê xendek'
Endama Komîteya TEV-ÇAND'ê Bêrî Dêrsimî diyar kir ku heta gelê Kurd ê azad hebe, wê zîhniyeta DAIŞ'ê û Erdogan ê nûnerê vê zîhniyetê negihêjin armancên xwe.
Endama Komîteya TEV-ÇAND'ê Bêrî Dêrsimî diyar kir ku heta gelê Kurd ê azad hebe, wê zîhniyeta DAIŞ'ê û Erdogan ê nûnerê vê zîhniyetê negihêjin armancên xwe.
Endama Komîteya TEV-ÇAND'ê Bêrî Dêrsimî diyar kir ku heta gelê Kurd ê azad hebe, wê zîhniyeta DAIŞ'ê û Erdogan ê nûnerê vê zîhniyetê negihêjin armancên xwe.
Dêrsimî da xuyakirin ku hemû rê û rêbazên înkar û tinekirina gelekî ji aliyê dewleta faşîst a TC ve di şexsê Kurdistanê de bi cih hatiye anîn û destnîşan kir, ku êrîş û komkujiyên di sedsala dawî de li hemberî gelê Kurd hatin kirin, di herikîna dîrokê de mînaka weke wê nîne.
Dêrsimî da zanîn, ku ji qirkirina fîzîkî heta talankirina xwezayê, ji koçberkirinê heta şewitandin û kuştinên 'kiryar nediyar' hemû rê û rêbazên hovane yên ji bo tinekirinê hatin bikaranîn, têra Tirkkirina Kurdan nekirine û got, "Berevajî vê yekê, Kurd her carê hîn bi xurtî rabûn ser piyan."
Dêrsimî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên hikûmeta AKP li Kurdistanê dimeşîne û diyar kir ku armanca bingehîn a van polîtîkayan, ji her alî ve tinekirina gel û erdnîgariya Kurdan e.
Dêrsimî got, "Dixwazin ji nava dIrokê bibin. Ji ber ku heta gelê Kurd ê azad hebe, wê zîhniyeta DAIŞ'ê û Erdogan ê nûnerê vê zîhniyetê negihêjin armancên xwe. Lewma bi xwînxwarî êrîşî nirxên çandî, berhemên dîrokî, mabet-şehîdgehên pîroz dike. Bi vê rê û rêbazê re dixwaze bike ku gelek bê kok bimîne, bê wate bijî û ji Kurdistanê koç bike. Plan, ji binî ve tinekirina gelê Kurd e."
XWERÊVEBERÎ ŞÊNBERBÛYÎNA RUHÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK E
Dêrsimî da zanîn, ku di pêvajoya heyî de ti girêdaneke bi dewletê û hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriyeke hevpar nemaye û anî ziman ku ti nirxeke civakî nemaye ku vê hikûmetê dest neavêtiyê, ew rencîde nekiriye.
Endama Komîteya TEV-ÇAND'ê Bêrî Dêrsimî axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevî van hemûyan jî gelê Kurd lêgerîna li jiyana hevpar dewam kir. Dewletê, hemû gavên Rêberê me yên ji bo çareseriya demokratîk pûc kiriye, bi awayekî bê rehm û namerdî veguherandiye sedema êrîşê û hînê jî vê dike. Bi kurt û kurmancî rûyê hikûmeta AKP'ê nîne li gelê Kurd binêre. Ji ber ku nebaşiyeke ku nekiriye, dereweke ku nekiriye, nema ye. Lê belê ji ber ku weke gelê Kurd em xwedî cewhereke exlaqî-polîtîk in, haya me gelekî baş ji vê rastiya AKP'ê heye. Û di vê çarçoveyê de, bêyî ku ji derve, ji AKP û saziyên dewletê tiştekî hêvî bikin, divê em xwe bispêrin vîna xwe û nirxên xwe yên civakî, bi vî rengî li ser bingeha xwerêveberiyê ji nû ve civakîbûna xwe ava bikin. Xwerêveberî şênberbûyîna ruhê neteweya demokratîk e. Wezîfeya me ye ku em neteweya demokratîk ji her alî ve şênber bikin û bixin meriyetê. Li ser vê bingehê, girîng e em gelên Tirkiyeyê yên demokratîk jî ji bo xwerêveberiyê rakin ser piyan. Li dijî êrîşên çandî û civakî yên li Kurdistanê, helwesta herî baş a bê nîşandan; bilindkirina berxwedana topyekûn û ji aliyê çandî-civakî ve mayîndekirina xwerêveberiyan e.
Pêwîste li her derê rêxistinbûyîn, li her derê xendek, li her derê komun û li her derê xwerêveberiyên vîna me hebin û bên rûniştandin. Lewma hewce ye hemû beşên civakê bikevin bin vî barê pêvajoyê. Ev yek weke gel û mirov, têkoşîna me ya hebûnê ye. Ji bo em bibin yê xwe, ev şensekî mezin e. Pirsgirêk ne kolandin an jî nekolandina xendekan e. Em vê bi awayekî zelal dibînin ku li cihê xendek lê nehatine kolandin, terora dewlet-AKP'ê mirovan digirin û qetil dikin. operasyonên girtinê bi dîtina min, operasyonên herêı mezin ên qirkirinê ne. Zîndan navê dûrxistina mirovan ji nirxên mirovahî ye. Ji ber vê yekê divê li dijî girtinan em mafê xwe yê xwerêveberiyê veguherînin çalakiyan. Tevgera çandê û endamên bingehîn ên wê civata Hunermendan, pêwîste vê pêvajo û berxwedana dîrokî bi xurtî bi cih bînin. Divê hunermend jî têkiliya xwe ya bi sîstemê re qut bikin û li cem berxwedanê cih bigirin. Ji xwe hunermendî tê wateya bûyîna zimanê ruhê gel û civakê. Lewma divê hunermend bi hişariya xwe re vê pêvajoyê hîs bike û bide hîskirin. Li ser vê bingehê, pêşengiya ji huner û berxwedana xwerêveberiyê re, wê careke din qîmetê hunermend û hunerê biafirîne."