BI DÎMEN

Êdî navendeke tenduristiyê ya gelê Şengalê heye

Komîteya Tenduristiyê ya di bin sîwanê Meclîsa Avaker a Şengalê dixebite, mora xwe danî binê karekî din ê girîng.

Komîteya Tenduristiyê ya di bin sîwanê Meclîsa Avaker a Şengalê dixebite, mora xwe danî binê karekî din ê girîng. Komîteya Tenduristiyê di encama karekî 3 mehan de, navenda tenduristiyê bi 3 personel,  2 doktor û 2 wesayîtên tenduristiyê xist xizmetê.

Li vê nexweşxaneya li Çiyayê Şengalê vebû navê Şehîd Zinar hat lêkirin, ku vî cangoriyê azadiyê di berxwedana Şengalê de roleke girîng lîst û di nava têkoşîna civaka Êzidî de xwedî cihekî girîng e.

Navenda Tenduristiyê ya Şehîd Zinar li herêma Serdeşt a Çiyayê Şengalê vebû. Li navendê laboratûvar, dermanfiroş, navenda tedawiyê û servîsa lezgîn heye. Bi vî rengî xizmetê dide civaka Êzidî.

JINÊN ÊZIDÎ JI VÊ NAVENDA TENDURISTIYÊ KÊFXWEŞ IN

Jinên Êzidî yên beşdarî merasîma vekirina nexweşxaneyê bûn diyar kirin, ku pirsgirêka wan a herî mezin tenduristî ye û anîn ziman, ku ji ber nebûna doktorên jin ew neçar diman rêyeke dûr û dirêj bimeşin, gelek zehmetî di vî warî de dikişand, lê bi vebûna vê nexweşxaneyê re rewşa wan baş bûye. Jinên Êzidî, ji ber hebûna doktorên jin li nexweşxaneyê, kêfxweş in. Lewma spasiyên xwe pêşkêşî her kesên di vê nexweşxaneyê de bûne xwedî ked, kirin.

'BI GAVÊN NÛ RE EM PIRSGIRÊKAN ÇARESER DIKIN'

Endama Meclîsa Jinê ya Şengalê Sozdar Şengal di merasîma vekirina nexweşxaneya Şehîd Zinar de axivî û destnîşan kir, ku ew nexweşxaneyê diyarî hemû şehîdên Êzîdxan û Kurdistanê dikin, ku di berxwedana Şengalê de cih girtine.

Şengal diyar kir ku çawa li çiyayê Şengalê wan dibistan vekirine, niha jî nexweşxane vekirine û anî ziman ku ew ê her tim saziyên nû vekin. Sozdar Şengal got, "Weke xwerêveberiya Şengalê em dixwazin careke din îspat bikin ku em dikarin xwe bi rê ve bibin. Bi vê wesîleyê em xebatên xwe diyarî tevahiya gelê xwe dikin."