Parlamenterê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu da xuyakirin ku zilm û zordariya ev 35 roj in li Silopiyayê tên kirin, qat bi qat ji faşîzma 12'ê Îlonê dijwartir e û got, "Cenazeyên mirovên me yên hatin qetilkirin û înfazkirin, piştî çend hefteyan hatin rakirin. Bi pêkanînên li dijî mirovahiyê re cenaze ji malbatan hatin revandin. Yên ji miriyên me jî ditirsin, gelo wê bi çi rengî bi me re bijîn?"
Gelê Silopiyayê, li dijî êrîşên 10 hezar leşker, polîs, tank, top û maşînên zirxî yên AKP û Erdogan ev 35 roj in bi vîna xwerêveberiyê li ber xwe dide.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê ku ji destpêk berxwedanê ve li Silopiyayê ye, 35 rojên berxwedanê nirxand. Encu da xuyakirin, ku di nava 35 rojên bihurî de dewleta Tirk zilmeke ji ya Kerbela dijwartir aniye serê gelê Silopiyayê û diyar kir ku ew ê vê zilmê bi wêne û dîmenan nîşan bidin.
'GELÊ ME QETIL KIRIN'
Encu ragihand, ku AKP û Erdogan bi polîtîkayên rewşa awarte re li dijî gelê Kurd şerê topyekûn dane destpêkirin û got, "Erdogan ê ku qaşo qala demokrasî û Tirkiyeya nû dike, bi destê çeteyên xwe, gelê me qetil dike." Encu da xuyakirin ku di nava 35 rojan de mafê tenduristiyê jî ji destê mirovan hatine girtin û destnîşan kir, ku li Silopiyayê ti sûcekî ku li hemberî gel nehatiye kirin, nemaye. Encu bibîr xist ku bi dehan jin, zarok û extiyar bi hovane hatin qeitlkirin û da zanîn, ku mînakeke din a van pêkanînên hêzên dewleta Tirk li ti deverê nîne.
'VÎ GELÎ TI CARÎ SERÎ LI BER WE NETEWAND, WÊ NETEWÎNE'
Encu rewşa heyî weke pêkanînên dewleteke dagirker û mêtînger pênase kir û destnîşan kir, ku zilma bi tank û topan li gelê Kurd tê kirin bi ti awayî nehatiye qebûlkirin û wê neyê qebûlkirin. Encu bibîr xist ku gelê Kurd bi dehan salan e têdikoşe û got, "Gelê me ti carî serî netewand. Rastî her şêwe komkujiyan hat, lê belê ti carî ji rêya xwe venegeriya. Çeteyên AKP'ê li vê derê li dijî gelê Kurd ev 35 roj in li Silopiyayê Kerbelayê didin jiyîn. Ev 35 roj in mirovên me nikarin pêdiviyên bingehîn ên jiyanê tedarik bikin. Tevî vê yekê jî gelê Silopiyayê ti carî serî netewand, wê serî netewîne."
'EM Ê WEHŞETA DEWLETÊ YA LI SILOPIYAYÊ RAXIN PÊŞ ÇAVAN'
Parlamenter Encu da zanîn ku dorpêçî û êrîşên li ser Silopiyayê wê parçe bibin û anî ziman ku ew ê van hemû pêkanînên li dijî mirovahiyê bi wêne û dîmenan raxin pêş çavan. Encu diyar kir ku hêzên dewletê li Silopiyayê li ber Sirûda "Mehter" êrîşî gel dike û ji hikûmeta AKP û Erdogan re got, "Ev wehşeta hûn dikin, wê ji we re nemîne."
'BI KESÊN BI HOVANE NÊZÎ CENAZEYÊN ME DIBIN RE EM Ê ÇAWA KARIBIN BIJÎN?'
Wekîl Encu bibîr xist, ku cenazeyên mirovên li Silopiyayê hatin qetilkirin bi rojan li naverastê û malan hatine ragirtin û destnîşan kir, ku îşkenceya li hemberî cenazeyan li ti devera cîhanê nayê qebûlkirin. Encu got, "Heta roja îro bi tenê li Silopiyayê 26 mirovên me ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Ancax piştî çend hefteyan me derfet dît, ku cenazeyan rakin. Cenazeyên hatin rakirin jî bi awayekî korsanî ji aliyê dewletê ve hatin revandin. Yên ji miriyên me jî ditirsin, gelo wê bi çi rengî bi me re bijîn?"