BI DÎMEN

Greva birçîbûnê ya li Amsterdamê roja 4. li dû xwe hişt

Li bajarê Hollanda Amsterdamê, greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina dewleta Tirk û destekkirina berxwedana xwerêveberiyan hat destpêkirin, dewam dike.

Li bajarê Hollanda Amsterdamê, greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina dewleta Tirk û destekkirina berxwedana xwerêveberiyan hat destpêkirin, dewam dike.

Greva birçîbûnê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat destpêkirin, roja çaremîn li dû xwe hişt. Di çarçoveya çalakiyên ji aliyê saziyên Kurd, Tirk û Elewiyan hatin lidarxistin de, tevî sosyalîstên Hollandî ji Stasyona Centraal a Amsterdamê heta Meydana Damê meş hat lidarxistin, li Kalver, Rambrant û Leîds Pleînê belavok hatin belavkirin û der barê komkujiyên li Kurdistanê de agahî hat dayîn.

Çalakgeran banga xwe ya li Hollanda û Yekîtiya Ewropayê dewam kirin û dan zanîn ku bêdengiya li lpêşberî êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî Sûr, Silopiya, Cizîr û Nisêbînê tê wateya erêkirina hemû polîtîkayên kirêt ên AKP'ê.

Çalakgeran ji Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û rêxistinên civakî yên sivîl xwestin, ku ji bo sekinandina rijandina xwînê, tavilê bikevin nava tevgerê.

Di vê navberê de hat ragihandin ku greva birçîbûnê wê heta 24'ê Çileyê bidome.