Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Zapê barandin

Gelek balafirên şer ên Tirk duh bi şev bombe li herêma Zapê barandin.

Êrîşên hewayî û bomberdûmana dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Gelek balafirên şer ên Tirk duh bi şev bombe li herêma Zapê barandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, balafirên şer ên Tirk duh bi şev saet di navbera 23:00 - 00:00 de herêma Zapê hat bombekirin. Li ser detayên êrîşê agahiyeke berfireh heta niha bi dest neketiye.