Meclîsa Êzidî ya Şengalê salek li dû xwe hişt
Di yekemîn salvegera damezrandina Meclîsa Avaker a Şengalê de, ku pêşengiyê ji avakirina xwerêveberiya civaka Êzidî ya li Şengalê re dike, duh semînerek li Şengalê hat lidarxistin.

Fermandarên YBŞ û HPG'ê, berdevkê Koordînasyona Êzidiyan Zekî Şengal, Rêveberên Mala Êzidiyan, cemaeta Kasim Şivan û rêxistina ciwanan di semînerê de amade bûn.
Li ser navê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih li vir axivî û diyar kir ku bi fermanê dixwestin Êzidiyan ji holê rabikin, lê ev yek di ti deman de nepêkan e. Salih da xuyakirin ku ev armanc wê ti carî bi ser nekevin û got, "Ev meclîs bersiva hemû fermana ne. Ev meclîs bersiva zihnîyeta terorîstên dixwestin gelê Êzidî ji holê rabikin e. Meclîsa Avaker a Şengalê bi keda şehîdan hatiye avakirin. Meclîs heya dawiyê xizmetkarê gelê me ye. Xizmetkirina gel ji bo me erkekî pîroz e. Pêwîste her kes meclîsê bingeh bigire û di nav de cih bigre. Pêwîste tifaqan bikin û Şengalê ava bikin. Divê em meclîsê weke parlamenta gel mezin bikin. Her kes dikare di nav de cih bigre."
Meclîsa Avaker a Şengalê di 14'ê Çileya 2015'an de ava bûbû.