Huseyîn ê 16 salî yê birîndar hînê li taxê ye

Huseyîn Paksoy ê 16 salî yê li Cizîrê berî du rojan bi guleyên hêzên dewletê birîndar bû, destûra nayê dayîn ku malbat wî rake nexweşxaneyê. Êrîşên bi tank û hawanan ên li hemberî taxan jî didomin.

Huseyîn Paksoy ê 16 salî yê li Cizîrê berî du rojan bi guleyên hêzên dewletê birîndar bû, destûra nayê dayîn ku malbat wî rake nexweşxaneyê. Êrîşên bi tank û hawanan ên li hemberî taxan jî didomin. Hêzên dewleta Tirk ên hewl dan xwe berdin nava taxan, li berxwedana YPS'ê aliqîn û ji neçarî vekişiyan.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku êrîşên dewletê yên ji bo qirkirinê didomin, berxwedana gel di roja 35. de ye. Tankên li ser girên li pêşberî navçeyê bi cih bûne, topan diavêjin taxên Sûr, Cûdî û Nûrê. Ev du roj in ji gundên derdorê û ji Qereqola Jendermeyan a Navçeyê hawan li navenda navçeyê tên barandin.

LI BENDA MIRINA ZAROKÊ BIRÎNDAR IN!

Huseyîn Paksoy ê 16 salî ku li taxa Nûrê ji ber êrîşên dewletê birîndar bû, ev 3 roj in destûr nayê dayîn ku wî rakin nexweşxaneyê. Şêniyên taxê yên hewl didin zarokê birîndar rakin nexweşxaneyê, rastî guleyên dewletê tên. Li ser navê malbatê Nûray Ozdogan ji bo Paksoy bi lezgînî rakin nexweşxaneyê duh serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.

YPS'Ê HEWLDANA ÊRÎŞÊ YA HÊZÊN DEWLETÊ ŞIKAND

Tevî êrîşa bi tank û topan a duh tevahiya rojê dewam kir, hêzên dewleta Tirk danê êvarê hewl dan xwe berdin nava taxan. Û li bersiva tund a YPS'ê rast hatin. Hêzên dewletê yên ku nikarîbûn bi berxwedana YPS'ê, ji neçarî vekişiyan. Agahî nehat bidestxistin, ku di vî şerî de tiştek bi kesî hatiye yan na. Êrîşa dewleta Tirk a bi tank û topan di van kêliyan de jî didome.