Gerîlaya YJA Starê Lutfiye Bûlût li Hannoverê hat bîranîn

Gerîlaya YJA Starê Lutfiye Bûlût (Jînda Mêrdîn) li bajarê Elmanya Hannoverê hat bîranîn.

Gerîlaya YJA Starê Lutfiye Bûlût (Jînda Mêrdîn) li bajarê Elmanya Hannoverê hat bîranîn.

Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk aK urd bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Kekê gerîlaya YJA Starê Lutfiye Bûlût Omer Bûlût li vir axivî.

Bûlût anî ziman ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê êdî bi cih tên anîn. Bûlût diyar kir ku gelê Kurd êdî qalibên di nav de tê ragirtin şikandiye û da zanîn ku di nava çil salan de teroreke mezin ji aliyê dewletê ve hatiye meşandin, bi hezaran gund hatine şewitandin, bi mîlyonan mirov ji cih û warê xwe bûne.

Bûlût ragihand ku xwişka wê Jînda Mêrdîn şehîda gelê Kurd e û soza dilsoziya bi bîranîna wê re da.

Piştî Omer Bûlût, Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Bavê Husên û siyasetmedarê Kurd Omer Elî axivîn. Di merasîma bîranînê de mewlûd hat xwendin û xwarina xêrê hat belavkirin. Serdanên serxweşiyê wê îro jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hannoverê werin qebûlkirin.

...