Elewiyan li Hagenê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li bajarê Elmanya Hagenê, bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, bi pêşengiya FEDA greva birçîbûnê destpê kir.

Li bajarê Elmanya Hagenê, bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, bi pêşengiya FEDA greva birçîbûnê destpê kir.

Greva birçîbûnê ya li dergaha Elewiyan a li Hagenê bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê kir. Nûnerê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Husnû Çavûş li vir axivî û bal kişand ser komkujiyên li Kurdistanê rû didin. Berdevkê Dergahê Huseyîn Bakir jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Em ê van komkujiyan protesto bikin. Li her cihê em lê ne, em ê piştgiriyê bidin vê berxwedana bi heybet."

Di axaftina li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de hat gotin, "Em destekê didin vê greva birçîbûnê. Di vê pêvajoyê de girîng e Kurdên Elewî, Sûnî, Êzidî li dijî van komkujiyên li Kurdistanê dakevin kolan û qadan û bi hev re li ber xwe bidin."

Berdevka Meclîsa Jinê ya Hagenê jî got, "Di destpêkê de hevrê Sêvê, ez hemû şehîdên xweseriya demokratîk bibîr tînim. Bi armanca şermezarkirina van komkujiyan, em îro cihê xwe di greva birçîbûnê de digirin. Dİ heman demê de li ser şopa têkoşîna mafdar a Semayan, Bêrîtanan û Fîdanan, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê bimeşin."

Greva birçîbûnê wê 3 rojan bidome û ji bo destekkirinê bang li Kurdistaniyên li Hagen û derdora wê dijîn hat kirin.

...