Ciwanan li Parîs û Hannoverê çalakî lidar xistin

Endamên Ciwanên Azad, li Parîs û Hannoverê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Ciwanan terora dewleta Tirk a li Kurdistanê jî şermezar kirin.

Endamên Ciwanên Azad, li Parîs û Hannoverê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Ciwanan terora dewleta Tirk a li Kurdistanê jî şermezar kirin.

PARÎS: Bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê û bilêvkirina daxwaza serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd li Parîsê meşiyan. Meş bi pêşengiya Ciwanên Azad pêk hat. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku welatên Ewropa yên hevkariya aborî û siyasî bi Tirkiyeyê re dikin, berpirsyariya xwe di van komkujiyan de hene. Ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 'Xweseriya Demokratîk' bang li her kesî kirin ku bi awayekî çalak têbikoşin.

HANNOVER: Bi pêşengiya Ciwanên Azad bi sedan kes li Steîntorplatz a bajarê Elmanya Hannoverê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. DÎDÎF, Dîe Lînke, SolîdJûgend, AABF, NAV-DEM, TJK-E saziyên çep, sosyalîst û rêxistinên civakî yên sivîl jî destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de bang li Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel hat kirin, ku li pêşberî bûyerên li Kurdistanê diqewimin bi lezgînî bikeve nava tevgerê. Ciwanan bi gotina "Ji bo hikûmet bikeve nava tevgerê, gelo divê hînê çend kes bimirin" nerazîbûn nîşan dan.

...