KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
12 gerîlayên li Wanê hatin înfazkirin, li Romayê hatin bîranîn
Ji bo 12 gerîlayên li Wanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin û gerîlaya ciwan Bêrîvan Şengal a li Qendîlê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Îtalya Romayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. -
Li Hezexê 3 polîs hatin kuştin
Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 3 polîs mirin, 4 polîs birîndar bûn. -
Li Bûdapeşte, Wûppertal û Stûttgartê bîranîna şehîdan
Li paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê, 12 gerîlayên HPG'e yên li Wanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin, li bajarê Elmanya Wûppertalê jî 12 gerîlayên HPG'e yên di 16'ê Çileya 2003'an de li Amedê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. -
Dewleta Tirk li Parîs û Amsterdamê hat şermezarkirin
Li paytexta Fransa Parîsê, greva birçîbûnê ya Elewiyan a ji bo şermezarkirina dewleta Tirk, roja sêyemîn li dû xwe hişt. Li Amsterdamê jî çalakgerên grevê li balafirgehê xwepêşandan pêk anîn. -
Ehmed: Em ê biryarên bêyî MSD'ê werin girtin nas nekin
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed destnîşan kir, ku ji bo Cenevre 3 bi ser bikeve divê sîstema Rojava were naskirin û MSD tevlî muzakereyan bê kirin. -
Li Edinbûrghê çalakî, li Lîmassol greva birçîbûnê
Li paytexta Skoçya ya Edînbûrgh û bajarê Lîmassol ê Kibrisê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Silopiyayê zarokek hat girtin
Zarokê bi navê Abdullmuddalîp Çapan ê duh li Silopiyayê di serdegirtina malan de hat binçavkirin bi sûcdarkirina “endamê rêxistinê ye” hat girtin. -
Nasnameya cîwanê ku li Şirnexê hat qetilkirin aşkera bû
Hat diyarkirin ku yek ji 2 cenazeyên li Şirnexê 4’ê Çileyê hatin qetilkirin û hefteyekê li kolanê hat hiştin aîdî Seyfettîn Ege ye. -
Li Şirnexê aktîvîteya xwerêveberiyê
Bi sedan kesên li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê hatin cem hev li dijî dorpêç û êrîşan aktîvîte li dar xistin. -
Li Londrayê çalakiya rûniştinê ya sê rojan bi mîtîngê bi dawî bû
Çalakiya rûniştinê ya ev sê roj in li peşiya parlamentoya Brîtanya pekdihat îro bi mîtîngekê bi dawî bû. -
Li Cizîrê 4 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin
Di pevçûnên di encama êrîşên piştî nîvro li Cizîrê destpekirin de 4 tîmên taybet mirin û yek jî bi giranî birîndar bû. -
Gerîlayê HPG’ê Nazlier Li Bernê hat bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Serhat Nazlier ( Ferhat Amed) ê ku di pevçûna nevçeya Kerboran a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest da li Bernê hat bîranîn. -
Li Hezexê xendek û barîqat tên qayîmkirin
Li Hezexê li dijî êrîşên dewleta Tirk di peşengiya jinan de xendek û barîqat ten qayîmkirin. -
Navê ciwanê li Nisêbînê hatî qetilkirin diyar bû
Li navçeya Nisêbînê di dema qedexeya derketina kolanê ya di roja 6'emîn de, hêzên dewleta Tirk Medenî Orak û ciwanek qetil kiribûn. Hate diyarkirin ku ciwanê hatiye qetilkirin Rohat Karakoç e. -
Avahiya Muxtartiyê hat şewitandin
Muxtartiya Taxa Yûnûsemre ya li Gazîosmanpaşa ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan nediyar hat şewitandin. -
Nasnameyên 6 şervanên YPG/YPJ’ê hat aşkerakirin
YPG’ê nasnameyên 6 şervanên azadiyê bi raya giştî re parve kir. -
Nasnameya 2 gerîlayan hat ragihandin
HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên 12’ê Çileyê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. -
Di êrîşa bombeyên dewletê de zarokekî din jî hat qetilkirin
Li Cizîrê malên ku bûn hedefa topên hewanan zarokê Hayretîn Şinik (10) ê birîdar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Li dijî êrîşên zêde YPS’ê bersivek tund da
Li hember Taxa Cûdî ya Cizîrê bi topên hewanê û tankan êrîşek mezin destpê kir. Li taxê gelek mal dişewitin û dûman bilind dibin, YPS’e jî bersivên tund dide. -
Di mala ku top lê ket 3 kes bi giranî birîndar bûn/HAT NÛKIRIN
Li Cizîrê ku êrîşên qirkirinê didomin, di maleke ku topa hewanê lê ket de 1 jê zarok 3 kes bi giranî birîndar bû. Gelê ku birîndar rakirin nexweşxaneyê rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, gelek kes hatin binçavkirin. -
Çeteyên DAIŞ'ê li Deyr Ez Zorê komkujî pêkanî
Hate ragihandin çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Deyr Ez Zorê 300 welatiyên sivîl qetil kirine û piraniya wan sivîl 400 kes revandine. -
Yenîşehîrê jî xwerêveberî îlan kir
Meclîsa Gel a Demokratîk a Yenîşehîrê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew êdî saziyên dewleta ku komkujiyan dike rewa nabînin û xwerêveberî îlan kir. -
Akademiyên Rojavayê Kurdistanê piştgirî dan akademîsyenan
Rêveber û mamosteyên akademiyên Rojavayê Kurdistanê piştgirî dan akademîsyenên ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li Bakur nerazîbûn nîşan dane. -
Polîsan êrîşî girseya gel a ji bo Sûrê li hev civiya kirin
Bi hezaran kes, ji bo ber bi navçeya Amed Sûrê ya hatiye dorpêçkirin bimeşin, li ber AZC Plaza ya li Ofîsê li hev civiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. -
Dewletê topên hawanê avêt taxên Cizîrê: Gelek kes birîndar bûn
Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku terora dewletê lê dewam dike, êrîşên li dijî gelê sivîl her dijwar dibin.