Li Londrayê çalakiya rûniştinê ya sê rojan bi mîtîngê bi dawî bû
Çalakiya rûniştinê ya ev sê roj in li peşiya parlamentoya Brîtanya pekdihat îro bi mîtîngekê bi dawî bû.
Çalakiya rûniştinê ya ev sê roj in li peşiya parlamentoya Brîtanya pekdihat îro bi mîtîngekê bi dawî bû.
Bi armanca protestokirina êrîşên giran û qedexeyên derve yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê, li peşiya parlementoya Brîtanyayê ya paytexta Londra çalakiya rûniştinê ya sê rojan pek hat.
Di çalakiya danê sibehê roja Înê destpekir bang li hikûmeta Brîtanya hat kirin ku li hember êrîşên dewleta Tirk bê deng nemîne.
Çalakiya ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanya hat organîzekirin, tevî şertên hewaya sar jî bi tevlîbûnek zede hat darxistin.
Her wiha îro di seat 11.00’an de bi sedan kes bi dirûşmeyan li peşiya parlamentoyê li hev civîyan û dewleta Tirk protesto kirin. Çalakvanan pankarta bi Îngîlîzî ya “ Dewleta Tirk Bajarê Kurdan Bomberdûman Dike” vekirin û dirûşmeyên “ Terorîst Tirkiyê” berz kirin. Girseya piştî nîvro dest bi meşê kir li peşiya avahiya serokwezîrtiyê kom bû. Girse, ji ber sibehê Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu wê Londrayê ziyaret bike bang li Serokwezîrê Îngîlîzî Cameron kir ku bi boneya ziyaretê li hember êrîşên dewleta Tirk bedeng nemîne.
Di axaftinên li ser navê Yekîtiya Hezên Demokratîk a Brîtanya de dewleta Tirk hat protestokirin. Hat destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk ti encamê nagire û berxwedana gelê Kurd teqez wê bi serkeve.
Piştî çalakiya saetekê dewam kir girse belav bû.