Yenîşehîrê jî xwerêveberî îlan kir

Meclîsa Gel a Demokratîk a Yenîşehîrê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew êdî saziyên dewleta ku komkujiyan dike rewa nabînin û xwerêveberî îlan kir.

Meclîsa Gel a Demokratîk a Yenîşehîrê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew êdî saziyên dewleta ku komkujiyan dike rewa nabînin û xwerêveberî îlan kir.

Li bajarên Kurdistanê berxwedana xwerêveberiyê her ku diçe mezin dibe û navçeyên nû yên Kurdistanê jî tevlî qadên azad dibin. Îro jî li navçeya Yenîşehîr a Amedê Meclîsa Gel a Demokratîk, xwerêveberî îlan kir.

Gelek kesên ku li Parka Sumerê kom bûn pankarta "Em xwerêveberiyan mezin bikin, serokatiyê azad bikin" vekirin. Hevberdevkê Meclîsa Gel a Demokratîk Hîkmet Aralan diyar kir ku divê rêz ji daxwaza xwerêvebirinê ya gelên Kurdistanê re were girtin û got "Em ne mecbûr in ku tiştên ji navendê, ji Enqereyê li me tên ferz kirin pêk bînin. Em ne mecbûr in ku ji aliyê qeymeqam û waliyên dewletê ve werin rêvebirin. Em wekî gelê Kurd dixwazin ku ji aliyê rêveberiyên ku bi awayên demokratîk û rewa hatine hilbijartin ve werin rêvebirin."

Aralan di daxuyaniyê de her wiha balê kişand ser komkujiyên li Kurdistanê jî û diyar kir ku weke Meclîsa Demokratîk a Gel a Yenîşehîrê êdî saziyên dewletê yên li bajêr rewa nabînin û wiha axivî: "Ji ber van sedeman em jî rêveberiya xwe îlan dikin, em biryara xwerêvebirinê digirin."