Akademiyên Rojavayê Kurdistanê piştgirî dan akademîsyenan

Rêveber û mamosteyên akademiyên Rojavayê Kurdistanê piştgirî dan akademîsyenên ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li Bakur nerazîbûn nîşan dane.

Rêveber û mamosteyên akademiyên Rojavayê Kurdistanê piştgirî dan akademîsyenên ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li Bakur nerazîbûn nîşan dane. Akademîsyenan her wiha êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin û banga xwedîderketina berxwedana Bakur li hemû zanîngehên cîhanê kir.

Beşên Dîrok, Sosyolojî û Hiqûqê yên Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamya, Akademiya Zîman, Dîrok û Wêjeya Kurdî ya Celadet Bedîrxan, Akademiya Hunerê ya Şehîd Yekte Herekol û Komîteya Jîneolojî ya Rojava, ji bo piştgirîdayîna bidin akademîsyenên li Tirkiyeyê danezana "em nabin şirîkê vî sûcî" weşandin, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyaniya li ber avahiya Akademiya Mezopotamyayê hate dayîn û hemû mamoste û xwendekarên akademiyan tevlî bûn. Li ser navê hemû akademiyan Endamê Rêveberiya Beşa Sosyolojiyê ya Akademiya Mezopotamya Sîpan Ebdulxefur daxuyanî xwend.

Sîpan Ebdulxefur diyar kir ku gelê Bakurê Kurdistanê di encama têkoşîneke dijwar de xweseriya xwe îlan kiriye, lê belê hikûmet û dewleta Tirkiyeyê bi hemû cureyên êrîşan dest bi komkujiya sivîlan kiriye. Ebduxefur destnîşan kir ku AKP’ê heta niha bi ti awayî qebûl nekiriye ku miletê Kurd heye û ji bo aştiyê nêzîkahiyek nîşan nedaye, berevajî wê, her roj komkujiyan pêk tîne, jiyana sivîlan dixe xetereyê.

Ebdulxefur da zanîn ku vê hovîtiya AKP’ê bala hemû cîhanê kişandiye, lewre jî nerazîbûn têne nîşandan û bibîr xist ku li Tirkiye û Kurdistanê jî, ji 89 zanîngehan 1200 akamîsyenan nerazîbûn nîşan daye. Ebdulxefur anî ziman ku li hemberî vê nêzîkahiya akamîsyenan hikûmeta AKP’ê û bi taybet jî Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan dest bi êrîşan kirine. Ebdulxefur got ku gelek akademîsyen hatine binçavkirin û ji kar hatin avêtin.

Ebdulxefur  ev nêzîkahiya dewlat tirk şermezar kir û got: "Em wekî rêveber, mamoste û xwendekarên akamediyên Rojava van biryar û nêzîkahiyan şermezar dikin. Em li hemberî zilma ku bi serê kurdan de tê û binpêkirina mafê akademîsyenan disekinin. Em bi hemû hêza xwe piştgiriya dengê akademîsyen û aştîxwazin dikin."

Ebdulxefur di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku hemû zanîngehên cîhanê xwedî li berxwedana bajarên Nisêbîn, Cizîr, Silopiya, Şirnex, Gever û Sûrê yên Bakurê Kurdistanê derkevin.