Navê ciwanê li Nisêbînê hatî qetilkirin diyar bû

Li navçeya Nisêbînê di dema qedexeya derketina kolanê ya di roja 6'emîn de, hêzên dewleta Tirk Medenî Orak û ciwanek qetil kiribûn. Hate diyarkirin ku ciwanê hatiye qetilkirin Rohat Karakoç e.

Li navçeya Nisêbînê di dema qedexeya derketina kolanê ya di roja 6'emîn de, hêzên dewleta Tirk Medenî Orak û ciwanek qetil kiribûn. Hate diyarkirin ku ciwanê hatiye qetilkirin Rohat Karakoç e. Malbat ji bo cenazeyê li Goristana Gel a Mêrdînê hatibû definkirin bigigre, dê serî li dozgeriyê bide. 

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li Kolana Dîlek ê Taxa Firatê di 22’ê Kanûna 2015’an de, di encama gulebarana hezên dewleta Tirk de bavê 8 zarokan Medenî Orak û ciwanek navê wî nehatibû zanîn, jiyana xwe ji dest dabûn. Hate hînbûn navê ciwanê hatî qetilkirin Rohat Karakoç e. Cenazeyê Karakoç ê 18 rojan li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatibû ragirtin û ji hela rayedarên MEYA-DER’a Mêrdînê ve li Goristina Gel a Mêrdînê bi merasîmekî hatibû definkirin. 

Malbata Karakoç ji bo cenazeyê xwe bigire dê serî li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê bide .