12 gerîlayên li Wanê hatin înfazkirin, li Romayê hatin bîranîn
Ji bo 12 gerîlayên li Wanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin û gerîlaya ciwan Bêrîvan Şengal a li Qendîlê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Îtalya Romayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
MEHMET FÎLÎZ
ROMA / ANF
duşem, 18 rêbendanê 2016, 08:30
Ji bo 12 gerîlayên li Wanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin û gerîlaya ciwan Bêrîvan Şengal a li Qendîlê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Îtalya Romayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Merasîma bîranînê li Navenda Çanda Kurd a Araratê pêk hat û tevî Kurdan gelek welatên Îtalyayê jî beşdar bûn.
Ji bo gerîlaya destpêkê ya Şengalê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da Bêrîvan Şengal (Dunya Zat Seîd Hesen) li paytexta Îtalya Romayê, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di merasîma li Navenda Çanda Kurd a Araratê de 12 gerîlayên HPG'ê yên di 10'ê Çileyê de li Wanê hatin înfazkirin hatin bîranîn. Tevî Kurdên li Romayê, gelek Îtalî jî beşdarî bîranînê bûn.
Merasîma ku kekê gerîlayê HPG'ê M. Siddik Orhan (Çekdar Başkale) ê li Wanê jiyana xwe ji dest da Yilmaz Orkan jî amade bû, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Kek Orhan di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê û anî ziman ku li dijî êrîşên tinekirinê yên ji aliyê AKP'ê ve tên meşandin, yekane alternatîfa wan têkoşîn e. Orhan got, "Niha li dîwarên vê salonê wêneyên bi dehan şehîdan hene. Ti ji wan ji birayê min ne cudatir in. Yekane soza em bidin wan, meşa li ser şopa wan e."
Di merasîma bîranînê de li ser jiyana Bêrîvan Şengal, sînevîzyonek bi zimanê Îtalyanî hat nîşandan. Piştre sînevîzyonek li ser komkujiya Şengalê hat nîşandan. Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû."