Li Bûdapeşte, Wûppertal û Stûttgartê bîranîna şehîdan

Li paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê, 12 gerîlayên HPG'e yên li Wanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin, li bajarê Elmanya Wûppertalê jî 12 gerîlayên HPG'e yên di 16'ê Çileya 2003'an de li Amedê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Li paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê, 12 gerîlayên HPG'e yên li Wanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin, li bajarê Elmanya Wûppertalê jî 12 gerîlayên HPG'e yên di 16'ê Çileya 2003'an de li Amedê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Li bajarê Elmanya Stûttgartê jî, ji bo Osman Tekîn ê li Cizîrê di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin.

BÛDAPEŞTE

Li paytexta Macarîstan Bûdapeşteyê, ji bo 12 gerîlayên li Wanê hatin înfazkirin û mirovên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Bîranînên piştî nîvro li Kurdistan Enformasyonê destpê kir û tevî welatparêzên Kurd, dostên Macar jî lê amade bûn.

Di merasîmê de gerîlayên li Wanê hatin înfazkirin hatin bîranîn û berxwedana li bajarên Kurdistanê hat silavkirin.

WÛPPERTAL

Li bajarê Elmanya Wûppertalê, gerîlayê HPG'ê Veysel Azar bi nasnav Pîr Alî û 11 hevalên wî yên gerîla yên di 16'ê Çileya 2003'an de li qada Apê Mûsa ya navçeya Amed Liceyê di şerê li hemberî hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê Fatma Ozer di destpêkê de mafê axaftinê wergirt û beşdar silav kir. Piştre Nûnera Saziya Malbatên Şehîdan û Windahiyan li Ewropayê (KOMAW) Şîlan Firat peyivî.

Firat da xuyakirin ku dilsoziya rast a bi şehîdan re, temsîlkirina wezîfeyên wan e û got, "Şehîdên me ku di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de siberoja gelê me ronî dikin û bi têkoşîna xwe ya leheng re nirxên me yên azadiyê afirandin, duh, îro û siberoja me ne."

Firat da zanîn, ku divê xwedî li mîrateya ehîdan bê derketin û her kes bi hemû hêza xwe beşdarî avakirina Kurdistanê bibin.

Xwişka Pîr Alî Aysel Azar dûre axivî û got, "Birayê min di sala 2003'an de li Liceyê tevî 11 hevalên xwe şehîd ket. 11 hevalên me yên gerîla yên bi birayê min re şehîd ketin, hemû mîna birayê min in. Hemû şehîdên Kurdistanê ji bo min yek in. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê li ser şopa Rêber Apo û gerîla bim. Birayê min şehîd ket. Ez nikarim mîna wî şer bikim, lê çi ji destê min bê ez ê di rêya wî û hevalên wî de bikim."

LI STÛTTGARTÊ JI BO ŞEHÎDÊN CIZÎRÊ SERDANÊN SERSAXIYÊ

Li aliyê din, li bajarê Elmanya Stûttgartê, ji bo Osman Tekîn ê li Cizîrê di berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, ji aliyê zarokê wî ve merasîma serxweşiyê hat lidarxistin.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stûttgartê, zarokên Tekîn 3 rojan serdanên sersaxiyê qebûl kirin. Di nava sê rojan de bi sedan Kurdistaniyên li Stûttgart û derdora wê dijîn, serdanên sersaxiyê kirin. Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser girîngiya berxwedana li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne.

Kurê Osman Tekîn Hasan Tekîn li vir peyivî û got, "Bavê min ne tenê şehîdê me ye, şehîdê tevahiya Kurdistanê ye. Armanca van qetilkirina Kurdan e. Hêzên dewletê îro bi awayekî vekirî sivîlan qetil dike. Ti mafê we nîne ku hûn sivîlan qetil bikin. Tevî ku em li ser xaka xwe ne jî Erdogan li dijî Kurdan şer îlan kiriye û hewl dide Kurdan sirgûn bike."

Tekîn da xuyakirin, ku eger rewş bi vî rengî dewam bike wê ji 7 heta 70 salî Kurd rabin ser piyan û heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkeve.

Tekîn bang li Kurdistaniyên li Ewropayê jî kir û got, "Ti kes ji derve nayê û me naparêze. Dewlet her roj sivîlan qetil dike. Eger li Cizîr, Sûr û Silopiyayê gel li ber xwe dide, divê em jî bi çalakiyên xwe yên li vê derê re alîkariyê bidin berxwedana li Kurdistanê. Em berxwedana wan silav dikin."

...