Li Cizîrê ku êrîşên qirkirinê didomin, di maleke ku topa hewanê lê ket de 1 jê zarok 3 kes bi giranî birîndar bû. Gelê ku birîndar rakirin nexweşxaneyê rastî êrîşa hêzên dewletê hatin, gelek kes hatin binçavkirin.
Li Cizîrê ku terora dewletê di roja 35. de didome, hêzên dewletê li dijî tevahiya bajar hewan bikar anî. Maleke li nêzî Mizgefta Şêx Seyda ya li Taxa Kale topa hewanê lê ket, 1 jê zarok 3 kesên li malê birîndar bûn.
POLÎSAN ÊRÎŞÎ GELÊ LI DIJÎ QETLÎAMÊ BERTEK NÎŞAN DA KIR
Welatiyan kesên birîndar bi ambulansa şanedariyê ve rakirin nexweşxaneyê. Welatiyên ku komî cihê bûyerê bûn û li dijî bûyerê nerazîbûn nîşandan. Polîsên ku hatin jî bi wesayîtên zirxî êrîşî gel kirin. Gelek welatî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Navên hin kesên ku hatin binçavkirin ev in: Emrullah Ertem, Veysî Başaran, Zîver Nayci û Bedrettîn Adiguzel.