Li Edinbûrghê çalakî, li Lîmassol greva birçîbûnê

Li paytexta Skoçya ya Edînbûrgh û bajarê Lîmassol ê Kibrisê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.

Li paytexta Skoçya ya Edînbûrgh û bajarê Lîmassol ê Kibrisê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.

Li Edînbûrghê çalakî hat lidarxistin, greva birçîbûnê ya li Lîmassolê hat destpêkirin di roja 2. de ye.

EDINBURGH

Li paytexta Edînbûrgh a Skoçya, Kurd û dostên wan  êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê protesto kirin. Gelek nûnerên rêxistina civaka sivîl û parlamenter tevlî çalakiyê bûn û axaftin kirin.

Hat diyarkirin ku divê dewleta Tirk demildest polîtîkayên xwe yên qetlîamê yên li ser Kurdistanê rawestîne.

Di çalakiyê de Ji Koma Komunîstên Şoreşger Sam Corderu, ji ÛNÎSON’ê Stephene Smellîe, ji Koma Rîse Dûndee Sara Glynn û nûnerên Koma Antî Faşîst Actîon di çalakiyê de axivîn, piştiriya xwe ya berxwedana gelê Kurd anîn ziman û xwestin dewleta Tirk demildest dest jî polîtîkayên Erdogan ên qetilkirinê berde.

Nameya UNÎSON’ê jî radestî Sefaretxaneya Tirk hat kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên, “Terorîst Tirkiye”, “Qatilê Zarokan Tayyîp”, “PKK’e Gel E Gel Li Vir E” hatin berzkirin.

LÎMASSOL

Li bajarê Lîmassol ê Kibrisê jî greva birçîbûnê ya wê 8 rojan dom bike di roja 3. de ye. Çalakî rastî eleqeyek mezin tê.