Nasnameya 2 gerîlayan hat ragihandin

HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên 12’ê Çileyê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê nasnameyên 2 gerîlayên li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.
Di daxuyaniyê HPG’ê de wiha hat gotin: “2 gerîlayên me yên 12’ê Çileyê danê êvarî diçûn wezîfeyê, li navçeya Qoser a Mêrdînê di şerê bi artêşa TC re gihiştine şehadetê.

Hevalê Mazlûm ê sala 1999’an tevlî refên me yên têkoşîna azadiyê bûye û hevala Dorşîn a sala 2003’an tevlî bûye, bûne ji hevalên me yên mînak ê ku pêvajoya şerê berxwedanê yê dem dirêj di xeta jiyana azad a Rêber Apo de domandine û meşek serketî raber kirine. Biryarbûna têkoşîna her du hevalên me ku her wezîfe wek di şopa şehîdan de parastina nirxên gelê me digirtin dest wê bibe soza meşa me ya serketinê.”

Nasnameyên her 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Mazlûm Rojîn
Nav û Paşnav: Selahatîn Arasan
Cihê Ji Dayîkbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik û Bav: Husniye - Yûsûf
Dîroka Şehadetê û Cih: 12’ê Çileyê 2016 / Mêrdîn
***
Nasnav: Dorşîn Garzan
Nav û Paşnav: Nûran Yuksekbag
Cihê Ji Dayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Raîfe – Mehmet Alî
Dîroka Şehadetê û Cih: 12’ê Çileyê 2016 / Mêrdîn

...