Ehmed: Em ê biryarên bêyî MSD'ê werin girtin nas nekin
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed destnîşan kir, ku ji bo Cenevre 3 bi ser bikeve divê sîstema Rojava were naskirin û MSD tevlî muzakereyan bê kirin.
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed destnîşan kir, ku ji bo Cenevre 3 bi ser bikeve divê sîstema Rojava were naskirin û MSD tevlî muzakereyan bê kirin.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed destnîşan kir, ku ji bo Cenevre 3 bi ser bikeve divê sîstema Rojava were naskirin û MSD tevlî muzakereyan bê kirin.
Ji bo Konferansa Cenevre 3 ya bi pêşengiya DYA û Rûsyayê ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka li Sûriyeyê di 25'ê Çileyê de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê organîzekirin, amadekarî dewam dikin. Rayedarên Meclîsa Sûriyeya Demokraktîk (MSD) jî li bajarê Swîsre Cenevreyê, ku konferansê lê bê lidarxistin, hin danûstandinan dikin.
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed ev hevdîtin û rewşa li Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.
'RÛSAN PÊŞNIYARA ME BI KÊFXWEŞÎ PÊŞWAZÎ KIRIN'
Ehmed da xuyakirin, ku wan bi yek ji pêşengên konferansê Rûsya re hevdîtin kirine, di hevdîtinan de ji rayedarên Rûs re ragihandine ku weke hêza herî girîng a herêmê eger MSD tevlî konferansê nebe, wê ev konferans bi ser nekeve û got, "Me ji rayedarên Rûs re gotin, ku eger hevdîtin û Cenevre 3 bi tenê di navbera rejîm û derdoreke mûxalefetê de were kirin, em ê vê qebûl nekin û weke MSD, li gorî encamên vê konferansê tevnegerin. Me ji wan re ragihand ku eger hevdîtin ji aliyê heyetek ji jin û mêrên pispor ên piralî û Sûriyeyê temsîl dikin were meşandin, em ê jî tevlî van muzakereyan bibin. Rayedarên Rûs nîşan ev pêşniyara me bi kêfxweşî pêşwazî kirin û eleqe nîşan dan."
'KOALÎSYONA RIYADÊ JI KONFERANSÊ RE NE AMADE YE'
Ehmed anî ziman ku ji bilî Rûsyayê wan bi komên cuda re jî hevdîtin kirine û diyar kir ku ev hevdîtin jî li ser nêrînên di hevdîtina bi Rûsyayê hatine kirin. Hevseroka MSD'ê Ehmed got, "Lê belê aliyê ku di van hevdîtinan de balê dikişîne ew e, ku ji bilî me di hemû hevdîtinan de zehmetî hene û hînê li hev nehatiye kirin." Ehmed da zanîn ku koalîsyona Riyadê ji muzakereyan re ne amade ye û anî ziman ku hin alî hene hînê di nava xwe de li hev nekirine. Ehmed got, "Mînak; Rûsya û DYA di hin mijaran de li hev nakin, xwedî nêrînên cuda ne. Ji ber vê yekê dibe ku konferans di 25'ê Çileyê de nikaribe destpê bike yan jî eger destpê bike dibe ku bi tenê protokolek be. Li gorî çavdêriyên me, amadekariyên ji bo konferansê hînê neqediyane."
Ehmed hevdîtinên beriya niha yên weke Cenevre 2, Viyana û yên mîna wan bibîr xist û destnîşan kir, ku komên heta niha beşdarî muzakereyan bûne, di siberoja Sûriyeyê de xwedî biryarê nînin. Ehmed got, "Li ser axê, li gotina van koman nayê guhdarîkirin û ti kes nîne ku ev kom gotinên xwe bide guhdarîkirin." Îlham Ehmed wiha dewam kir: "Eger li van koman rûnên û bêjin; em agirbestê îlan bikin, gelo çend kom wê li gorî vê agirbestê tevbigere? Divê giraniya mûxalefeta pê re muzakere bê kirin, li ser erdê were zanîn."
'BIRYARÊN BÊYÎ MSD'Ê BÊN WERGIRTIN, WÊ LI SER KAXIZÊ BIMÎNIN'
Ehmed da xuyakirin, ku heta roja îro weke MSD'ê ew ji bo tevlîbûna li Cenevre 3 nehatine vexwendin û destnîşan kir, ku eger şaşîtiyên beriya niha werin dubarekirin û beşeke mezin a di siberoja Sûriyeyê de xwedî gotin e neyê vexwendin, wê ev muzakere bi ser nekevin. Ehmed got, "Eger Cenevre 3 bibe mîna Cenevre 2, wê nebaştir bibe. Di Cenevre 2 de sekna mûxalefetê hîn bêhtir hevgirtî bû, lê belê beşeke mezin tevlî hevdîtinan nehat kirin. Yanî, ji ber ku yên bi pêşengiya Kurdan projeya xweseriya demokratîk nehatin tevlîkirin, bi ser neketin. Di vê dema di ser re derbas bûye de Kurd li herêmê xurttir bûne. Meclîsa Sûriyeya Demokratrîk ava bû hêzeke mezin û xurt a li herêmê bi vê Meclîsê ve hat girêdan. Serketinên gelekî mezin bi dest xistin. Dixwaze giraniya xwe ya bi van serketinan re nîşan daye, tevlî muzakereyan bike. Eger hêzeke bi vî rengî li derveyî muzakereyê were hiştin û rabin bêjin ew ê agirbestê îlan bikin, hêzên bi Meclîsê ve girêdayî, ji bilî meclîsê wê fermanan ji ku werbigirin? Eger nûnerên van hêzan yanî eger em di nava muzakereyê de cih negirin, kesên van biryaran werbigirin wê bi çi rengî karibin biryarên xwe bi van hêzan re bidin qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de em careke din dibêjin; biryarên bêyî me werin wergirtin an jî çareseriyek bêyî me wê bi tenê li ser kaxizê bimîne. Û xuya ye bêyî me, wê ti peyman û lihevkirin jî nebe."
'MSD DEMOKRATÎKBÛYÎNA SÛRIYEYÊ ESAS DIGIRE'
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed diyar diyar kir ku heta sîstema li Rojava neyê naskirin, di rêya ber bi siberoja Sûriyeyê de wê ti gav neyê avêtin û destnîşan kir ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) meclîseke ji bo Sûriyeyê ava bûye. Ehmed got, "MSD dewleteke ji gelek rengan, demokratîk, medenî û nenavendî dixwaze. Sîstemeke ku her kes xwe ji herêma lê ye bi rê ve dibe, dixwaze. Armanca ku meclîsê daniye pêşiya xwe, demokratbûyîna Sûriyeyê ye."
'LI DERVEYÎ ME PROJEYA KESÎ NÎNE'
Ehmed da xuyakirin, ku li ser siberoja Sûriyeyê heta niha ji bilî wan projeya ti hêzê nehatiye destnîşankirin û anî ziman ku armanca hevdîtin û şerê ev hêzên li derveyî wan dimeşînin, ne demokratîkbûyîna Sûriyeyê ye, armanca bingehîn daxisitna Esad ji desthilatdariyê û rûniştina li şûna Esad e. Ehmed got, "Ji ber vê yekê naxwazin Esad di hevdîtinan de amade be û di vê de bi awayekî cidî israr dikin. Yanî armanca wan a bingehîn dewrgirtina hikûmetê ye." Ehmed diyar kir ku projeya Sûriyeya Demokratîk armanceke ku heta niha kesî nedaniye pêşiya xwe ye û got, "Weke MSD em vê hedefê datînin pêşiya xwe û siberoja Sûriyeyê jî di vê projeyê de dibînin."
'DYA DIXWAZE MSD DI MUZAKEREYAN DE CIH BIGIRE'
Ehmed ragihand ku DYA jî dixwaze MSD di muzakereyan de cih bigire, lê belê rejîmê û mûxalefetê ev daxwaza DYA qebûl nekirine. Ehmed da zanîn ku bi taybetî helwesta Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê ya li dijî MSD'ê, bandorê li biryarên hêzên din dike.
'EGER TU RENGÊ SOR NÎŞANÎ KURDAN BIDE, KURDÊ RENGÊN KESK Û ZER JÎ LÊ ZÊDE BIKIN'
Ehmed tevgera Hezên Sûriyeya Demokratîk a Cerablûsê jî nirxand û destnîşan kir, ku li ku derê gefa DAIŞ'ê hebe, ew ê ber bi wê derê ve biçin. Ehmed 'xeta sor' a Tirkiyeyê, ku Cerablûsê ji xwe re bi vî rengî dibîne nirxand û got, "Bi henekê vê binirxînim. Yek rabûye dibêje 'Rojavayê Firatê xeta me ya sor e'. Lê çîrokek heye, dibêjin; 'Eger tu rengê sor nîşanî Kurdan bide, ew ê rengên kes û zer jî lê zêde bike."
'RIZGARKIRINA TEŞRÎNÊ TÊKÇÛNA DAIŞ'Ê BÛ, DI FIRSENDA EWILÎ DE WÊ BIQEDE'
Ehmed da xuyakirin ku 'xeta sor' a Tirkiye timî bilêv dike, şantaj e û bibîr xist, ku Tirkiye li Bakurê Kurdistanê şer dimeşîne û nikare li eniyeke din şer bimeşîne. Ehmed ragihand ku desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê hînê dewam dike û got, "DAIŞ'ê li Sûriyeyê winda kir. Dixwazin careke din xwe komî ser hev bikin, lê derbek mezin xwarin. Rizgarkirina bendava Teşrînê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, têkçûna DAIŞ'ê bû. Êdî di firsenda ewilî de, bêyî ku karibe li ber xwe bide, ew ê biqede."