Dewleta Tirk li Parîs û Amsterdamê hat şermezarkirin
Li paytexta Fransa Parîsê, greva birçîbûnê ya Elewiyan a ji bo şermezarkirina dewleta Tirk, roja sêyemîn li dû xwe hişt. Li Amsterdamê jî çalakgerên grevê li balafirgehê xwepêşandan pêk anîn.

PARÎS
Greva birçîbûnê ya Elewiyan, ku li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên li Kurdistanê li Parîsê hat destpêkirin, duh di roja sêyemîn de bû.
Greva ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ve hat organîzekirin, duh bi dawî bû. Nûnerên saziyên tevlî greva birçîbûnê bûn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin, ku weke Elewiyan wan bi greva birçîbûnê re hewl dane komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, bidin bihîstin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku grevên birçîbûnê yên saziyên cuda yên Elewiyan ên li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê, mîna 'gloverka berfê' mezin bûne û hat gotin, "Elewiyan li pêşberî vê pêvajoya bixwîn a ku siberojê jî eleqedar dike, bêdeng neman. Weke xwediyê mîrateya berxwedanê ya Îmam Huseyîn, Elewî li dijî qirkirina li Kurdistanê derket, derdikevin û bi xwedîderketina li dengê mezlûman re careke din sekneke dîrokî nîşan dan."
Çalakgeran diyar kirin, ku her çend ew dawî li greva xwe ya birçîbûnê tînin jî, ew ê bi çalakiyên nû li cem berxwedana gelê Kurd cih bigirin.
Saziyên Elewiyan ên beşdarî greva birçîbûnê bûn ev in: Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan, Mala Gel a Pazarcix-Elbîstanê ya li Parîsê, Mala Çanda Elewiyan a Dreûx, Komeleya Çandî ya Gelên Demokratîk li Saînt-Brîeûc. Daxuyaniya çapemeniyê û greva birçîbûnê bi gerandina semahê bi dawî bû.
AMSTERDAM
Li paytexta Hollanda Amsterdamê jî, çalakgerên greva birçîbûnê yên 5 roj in di grevê de ne, Balafirgeha Schîpholê dagir kirin.
Çalakger bi pêşmalk û pankartên xwe ketin hundirê balafirgehê û li dijî komkujiyên li Kurdistanê hewl dan dengê xwe bidin bihîstin. Çaakgeran bal kişandin ser şîdet û terora dewleta AKP'ê û bang li hikûmeta Hollanda û welatên din ên Ewropayê kirin, ku Dewleta Tirk 'bisekinînin'.
Çalakiya li Balafirgeha Schîpholê bi saetan dewam kir. Rêwiyên li cihê çalakiyê jî piştgirî dan çalakgeran.