Gerîlayê HPG’ê Nazlier Li Bernê hat bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Serhat Nazlier ( Ferhat Amed) ê ku di pevçûna nevçeya Kerboran a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest da li Bernê hat bîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Serhat Nazlier ( Ferhat Amed) ê ku di pevçûna nevçeya Kerboran a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest da li Bernê hat bîranîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Serhat Nazlier ( Ferhat Amed) ê ku 27’ê Kanûnê 2015’an de di pevçûna li gûndê Mêrene yê girêdayî nevçeya Kerboran a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest da li bajarê Bernê yê Swîsreyê taziye hat danîn. Di bîranîna ku bi rezgirtina deqeyekê ji bo yên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane destpekir de di serî de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê Ahmet Ocalan axivî. Ocalan, destnîşan kir ku yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane ji bo gelê Kurd xwedî nirx û girîngiyek mezin in, diyar kir ku ji bo bibin layiqî şervanên azadiyê divê her kes berpirsiyariyên dikevin ser milên xwe bi cîh bînin.
Piştî Ocalan xizmê Nazlier Haydar Kardaş mafê axaftinê wergirt û têkoşîna jiyana Nazlier vegot. Kardaş bal kişand ser kesayeta têkoşînvan a Nazlier û anî ziman ku bîranînên bi hezaran şervanên azadiyê yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane wê di tekoşîna gelê Kurd de bijî.
Piştî axaftinan, bîranîn bi danîna xwarina tazîyeyê ve bi dawî bû.