Li Şirnexê aktîvîteya xwerêveberiyê

Bi sedan kesên li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê hatin cem hev li dijî dorpêç û êrîşan aktîvîte li dar xistin.

Bi sedan kesên li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê hatin cem hev li dijî dorpêç û êrîşan aktîvîte li dar xistin. Di çalakiyê de Berdevka Bajarê Şirnexê Umran Yigit axivî, wiha got: “Bihar nêz e, rojên xweş li pêş me ne. Ji ber vê jî em axa xwe biparêzin.”

Bi sedan kesên li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê ya bi rojan e rastî êrîşa hêzên dewletê tê, kom bûn li dijî dorpêç û êrîşan aktîvîte li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk, Abdullah Zeydan, Tûba Hezer, Berdevka Bajarê Şirnexê Umran Yigit, rêveberên DBP û HDP’ê û bi sedan kes tevlî aktîvîteyê bûn, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Em Ê Bi Berxwedanê Bi Serkevin” ber kirin.

Yigit di aktîvîteyê de mafê axaftinê wergirt, destnîşan kir ku rejîma AKP’ê li dijî Kurdan şer îlan kiriye û ji bo Kurdan jî ji bilî berxwedanê ti rêyên din nemane, wiha dewam kir: “Niha ya li Kurdistanê nêzî şerê Vîetnamê ye. Vîetnamiyan çawa li dijî tank û topan bedena xwe dikirin mertal, heman tiştî îro em li Kurdistanê dikin, em li ber xwe didin û em ê bidomînin jî.”

Yigit got, “Bihar nêz e, rojên xweş li pêş me ne. Ji ber vê jî em axa xwe biparêzin” û banga mezinkirina têkoşînê kir.
Piştî axaftinên wekîlên HDP’ê, ji bo meşa bi armanca berteknîşandana dorpêç û qetlîamên li ser Cizîr, Silopiya û Sûrê, banga tevlîbûnê hat kirin. 

Aktîvîte bi stran û govendan bi dawî bû.