KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Asayîşa Qamişlo du bombe bê bandor kir
Hêzên Asayîşa li bajarê Qamişlo, du bombeyên ku ji bo teqandinê hatibûn bicihkirin, bê bandor kirin. -
PYD'ê bersiv da îdîayên li ser 'Hevdîtina Şamê'
Meclîsa Partiyê ya PYD'ê îdîayên dibêjin, "Rejîma Baasê û PYD'ê bi dizî hevdîtin kirin" red kir û diyar kir ku dewletê herêmê yên li Sûriyeyê têk çûne, yekser li dijî rêveberiya xweser sekinîne û hewl didin wan li derveyî çareseriyê bihêlin. -
'Xwerêveberî îsyana li dijî komkujiyên dewletê ye'
Parlamenterê HDP'ê yê Agirî Berdan Ozturk got, "Daxwaza xweseriyê û berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me, îsyanek li dijî komkujiyên dewletê ye." -
Gelê Silopiyayê: Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê xwerêveberiyê ava bikin
Gelê Silopiyayê yê li dijî êrîşên tinekirinê li ber xwe dide û navçeyê naterikîne, dan xuyakirin ku dewlet wê nikaribe wan ji têkoşîna xwerêveberiyê vegerîne. -
PYD'ê li Kerkûkê civîna gel lidar xist
PYD'ê bi wesîleya 2. salvegera damezrandina Kantonên Rojava, li Kerkûkê bi Rojavayiyên li Başûrê Kurdistanê ne civîneke gel lidar xist. -
Muslim: Em li Rojhilata Navîn mantalîteyeke nû ava dikin
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku weke vexwendiyê fermî yê Partiya Koalîsyona Sor-Kes Enhedslîsten a Danîmarkayê li vî welatî ye, hin hevdîtin pêk anî. -
Arteşa Tirk bi dijwarî erîşî Girê Spî kir
Artêşa Tirk îşev li dijî ambarên genim ên li Girê Spî êrîşên dijwar li dar xist. Êrîşa ku windahiya canan tê de çênebû 45 deqeyan dewam kir. -
Wezaret biryarên DMME’ê yên têkildarî birîndaran pêknaînin
Biryarên tedbîrê yên têkildarî Serhat Altûn û Orhan Tûnç ên ku li Cizîrê ji aliyên hêzên dewlet Tirk ve hatin birîndarkirin û rê nehatin dayîn ku rakin nexweşxaneyê ji aliyê Wezareta Edaletê ve nayê pêkanîn. -
‘Fikarên takekesî’ belgefilma Sara betal kir
Pêşendana belgefilma “Jiyana Min Şer e-Sara” ya jiyana ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) a li sînemaya Atlas a Beyoglû hat astengkirin. -
DMME der heqê Altûn biryara tedbîrê girt
DMME der heqê serlêdana têkîldarî Servet Altûn ê duh êvarî li Cizîrê di encama gulebarana hêzên dewletê de hat birîndarkirin de biryara tedbîrê girt. Ev biryara tedbîrê ya DMME îro bû biryara 2. a têkîldarî Cizîrê. -
ANHA: Artêşa Tirk derbasî Cerablûsê bû!
Artêşa Tirk sînorê Sûriyeyê derbas kir û derbasî herêma Cerablûsê bû, hat diyarkirin ku li vir alavên mayîn geranê û teknîka sînyal birînê bi cih kirinine. -
Huseyîn Paksoy ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Cenazeyê Huseyîn Paksoy (16) ê 4 rojan rakirina nexweşxaneyê hat astengkirin, îro anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. -
DBP’ê ji bo meşa ji Colemêrgê ber bi Botanê banga tevlîbûnê kir
Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Colemêrgê ji bo meşa Botanê ya bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê banga tevlîbûnê kir. -
Elewiyan dosyaya ‘qatlîamê’ radestî saziyên Ewropa kir
Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa (AABK) têkîldarî şerê li Kurdistanê dosyayek agahdarkirinê pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê kir. -
Polîsan pêşendana belgefilma Cansiz asteng kir
Pêşendana belgefilma “Jiyana Min Şer e-Sara” ya li sînemaya Atlas a Beyoglû ji aliyê polîsan hat astengkirin. -
Li Cizîrê tîmekî taybet hat kuştin
Li Cizîrê di şerê derket de tîmekî taybet hat kuştin. -
Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Hezexê 3 kesên nasnameyê wan nediyar hatin binçavkirin. -
Ji ber êrîşên dewleta Tirk 3 birîndar hê jî nayên girtin
Li navçeya Cizîrê 3 birîndar hê jî ji taxan nehatine wergirtin ji ber topebaranê li malan şewat derket lê destur nayê dayîn ku îtfaiye mudaxale bike. Li Taxa Cûdî ku êrîş berdewam dike 3 malbat asê mane. -
Guleyên li Sûrê tên avêtin li jiyangehên Yenîşehîrê dikevin
Li navçeya Sûrê ji ber ku leşker û tîmên taybet derûdorê rasterast gulebaran dikin, guleyên ku diavêjin li navçeya Yenîşehîrê jî li qadên jiyanê dikevin. -
Li Dusseldorf çalakiya nobedê di roja 2. de ye
Li Dusseldorf çalakiya nobedê a ji bo 5 rojan duh destpêkir, ket roja xwe ya 2’yemîn. Îro Kurdistaniyên ji Koln û Bonn hatin çalakî dewir girtin. -
Li Şirnexê zarok di aktîvîteyê de hatin cem hev
Di aktîvîteya moral a KJA û Navenda Çanda Cûdî bi hev re organîze kirin de zarokan li gor dilê xwe lîstin. -
Ji DMME'yê biryarekî din a tedbîrê
DMME'yê ji bo Orhan Tunç ê ku duh şevê ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin û ji ber êrîşa polîsan nikarin bibin nexweşxaneyê biryara tedbîrê da. -
‘AKP dixwaze li Şirnex û Colemêrgê bargehên leşkerî avabikin’
Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, bersiva daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya “Şirnex wê veguheze Cizîrê, Colemêrg wê veguheze Geverê” da. -
Şerîfê li Hewlêrê hat binçavkirin ev 13 roj in winda ye
Ji Endamê Rexrawê Jiyanewey Gencan (Rêxistina Ciwanan) Hemin Hesen Şerîf ê li Hewlêrê 5’ê Çileyê ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê hat binçavkirin, ev 13 roj in agahî nayê girtin. -
Cenazeyên Oran û Sevîktek ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin
Li navçeya Sûrê cenazeyên Îsa Oran û Mesut Sevîktek anîn Nexwaşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin.