Muslim: Em li Rojhilata Navîn mantalîteyeke nû ava dikin

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku weke vexwendiyê fermî yê Partiya Koalîsyona Sor-Kes Enhedslîsten a Danîmarkayê li vî welatî ye, hin hevdîtin pêk anî.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku weke vexwendiyê fermî yê Partiya Koalîsyona Sor-Kes Enhedslîsten a Danîmarkayê li vî welatî ye, hin hevdîtin pêk anî.

Muslim duh êvarê tevlî civîna Koma Piştgiriya bi Kurdistanê re ya Partiya Enhedslîsten bû û rewşa li Rojavayê Kurdistanê vegot. 

Muslim destnîşan kir ku şoreşa li Rojava re wan li Rojhilata Navîn mantalîteyeke nû ava kirine û got, "Hûn dikarin serokê welatekî ji wezîfeyê bigirin û li şûna wî yekî nû bi cih bikin. Lê belê hûn nikarin mantalîtaya li welêt biguherînin. Serokê tê kî dibe bila bibe, nikare li wî welatî rêxistinbûyîneke demokratîk ava bike. Guhertina mantalîteyê bêguman salên dûr û dirêj dewam dike. Em jî hewl didin vê ava bikin. Ji ber vê yekê şoreşa me şoreşeke polîtîk, civakî û çandî ye."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, ku duh danê sibehê tevlî civîna koma partiya Enhedlîsten a li parlamentê bû, piştre bi musteşarê Wezîrê Karên Derve re hevdîtin kir. Yek ji mezintirîn rojnameyên Danîmarkayê Informatîona jî pê re hevpeyvînek kir. Muslim danê êvarê tevlî civîna Koma Piştgiriya bi Kurdistanê re ya Partiya Enhedslîstenê bû.

Piştî vê civînê, bi pêşengiya PYD Danîmarka û Federasyona Komeleyên Kurd li Danîmarkayê (FEY-KURD) bi beşdariya zêdeyî 1000 kesî civîneke gel hat lidarxistin. Di vê civîna gel de Parlamenterê Partiya Enhedslîsten û Berdevkê Karên Derve Nîkolaj Vîllûmsen jî weke qiseker amade bû.

Muslim di axaftina xwe ya li vê derê de destnîşan kir, ku yên li Kobanê DAIŞ têk bir Kurd in û got, "Yên ku destekê didin DAIŞ'ê, ji ber vê têkçûnê hewl didin heyfa DAIŞ'ê li Silopiya, Farqîn û bajarên din ên Kurdistanê hilînin. Lê belê wê bi ser nekevin."

Muslim wê îro jî bi nûnerên Komîsyona Karên Derve ya Danîmarkayê û Desteya Têkiliyên Derve re li Parlamenta Danîmarkayê civînekê pêk bîne. Tê payîn ku rojnameyên Danîmarkayê di nava rojê de bi Muslim re hevpeyvînan bikin.

...