‘AKP dixwaze li Şirnex û Colemêrgê bargehên leşkerî avabikin’

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, bersiva daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya “Şirnex wê veguheze Cizîrê, Colemêrg wê veguheze Geverê” da.

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, bersiva daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya “Şirnex wê veguheze Cizîrê, Colemêrg wê veguheze Geverê” da. Destnîşan kir ku mijara sereke ya tê destgirtin bi hinceta “Ewlekariyê” bal kişand ser dixwazin her du bajaran bikin herêmên leşkerî. 

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, bersiva daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya “Şirnex wê veguheze Cizîrê, Colemêrg wê veguheze Geverê” da.

Akdogan diyar kir ku daxuyaniya Serokwezîr a “li gorî pêwîstiyan xizmet pêk nayên” ti rastiya wê tineye. Akdogan wiha anî ziman: “Divê raya giştî baş bizanin ku; nêzîkatiya hikûmet û dewletê ya li ser van her du bajaran di tevahî dîrokê de diyar e. Çawan ku di salên 1990’an de Şirnex kirin bajar, bi temamî ji bo konsepta ewlekariyê bû, daxuyaniya Dawûtoglû jî di heman çarçoveyê de ye.”

Akdogan got nêzîkatiya hikûmetê ya li ser Şirnexê û navçeyên wê di şoreşa Rojava de di xaleke hevseng de ye. Akdogan wiha dom kir: “Çawan ku dewletê di salên 1990’an de ji bo têkoşîna leşkerî ya li hember PKK’ê, Şirnex kir bajar û vegerand bargehên leşkerî, di roja me de Cizîrê dike bajar û bi hişmendiya ewlekariyê ji bo kontrolkirina pêkhatinê li Rojava pêk bên, difikirin ku ji bo mudaxelekirinê weke bargeh bikar bînin. Bi heman hişmendiyê dixwazin Colemêrgê bikin bajar, di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Colemêrg bi Îran û Iraqê re sînorê xwe heye, di mudaxeleyên leşkerî de cihekî girîng digire, di mudaxeleyek leşkerî de weke baregehek leşkerî bikar anîn rastiyeke ku nayê axaftine.”

Akdogan bal kişand ku “Ji bo destketinên siyasî bi pêkhatina îdarî re lîstin” çandeke AKP’ê ye ku didomîne. Akdogan wiha got: “AKP li her du bajarên ku parlamenter dernexistî,  Colemêrg û Şirnex, ji bo hesabên siyasî dixwazin dengeya li vîr vegerînin aliyê xwe.”

Akdogan bal kişand ser daxuyaniya “Ji ber sedemên erdnîgarî em nikarin xizmetê bikin” û got ku hewldanên  xapandina raya giştî ye. Akdogan wiha dewam kir: “Xizmeta dewleta Tirk a ku bi salan e li Colemêrg û Şirnexê û tevî Kurdistanê dike dema em bînin ber çavan, wê bê dîtin ku rastiya van planan çiqas aşkera û diyar dibe. Bi taybet rewşa zanîngaha Colemêrgê, gaza xwezayî ji bajar re hê nehatiye veguhestin, rewşa balafirgeha Colemêrgê, gotinên xizmetkirinê yên ji derveyî rastiyê wê derkevin holê. Dewlet ev 3 meh in li tevahî bajarên Kurdistanê bi sedema hilweşînê dimîne û bi derewên “xizmetê dikin” dixwazin veguherînê bikin armanc. 

Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan bi bîr xist ku divê gelê Kurd li hember polîtîkayên ewlekariyê yên AKP’ê baldar bin. Akdogan wiha anî ziman: “ Hikûmet û dewleta Tirk dixwaze peywendiyên siyasaî û civakî yê di nava Kurdan de asteng bike, pêşî li yekîtiyên werin avakirin bigire û Kurdan li çar parçeyan kontrol bike û dixwazin navçeyên li ser sînor veguherînin herêmên leşkerî.”