Ji ber êrîşên dewleta Tirk 3 birîndar hê jî nayên girtin

Li navçeya Cizîrê 3 birîndar hê jî ji taxan nehatine wergirtin ji ber topebaranê li malan şewat derket lê destur nayê dayîn ku îtfaiye mudaxale bike. Li Taxa Cûdî ku êrîş berdewam dike 3 malbat asê mane.

Li navçeya Cizîrê 3 birîndar hê jî ji taxan nehatine wergirtin ji ber topebaranê li malan şewat derket lê destur nayê dayîn ku îtfaiye mudaxale bike. Li Taxa Cûdî ku êrîş berdewam dike 3 malbat asê mane. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşên li dijî gel di roja 37'emîn de berdewam dike. Li Taxa Cûdiyê duh şevê Orhan Tunç birînda bûbû, Serhat Altun û zarokê ku navê wî nehat hinbûn hê jî li cihê hatine birîndarkirin disekinin. Hate hinbûn ku rewşa zarokê û Altun giran e. Di nava rojê de ambulansa Şaredariya Cizîrê hewl da bikeve taxan lê ji ber ku hate gulebarankirin mecbûr ma vegere.

NIKARIN MUDAXALEYÎ ŞEWATÊ BIKIN

Cenazeyê welatiyê bi navê Mehmet Kaplan ê ku duh hatibû qetilkirin jî ji ber ku wesayîta cenaze destur nadin bikeve taxê li kolanê tê rawestandin. Ji ber topebaranê Mala Gel a Cûdî û Mala Şînê ya Taxa Cûdiyê, Navenda Tipê ya Cizîrê jî di nav de gelek cih şewitîn. Ji ber ku destur nayê dayîn ekîbên îtfaiyeyê nikarin mudaxale bikin. 

3 MALBAT DI BIN AGIR DE NE

Li Taxa Sûrê ku êrîş berdewal dike jî ji ber topebaranê gelek mal xira bûn û li kolanekî hate hinbûn ku 3 malbat asê manê. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz ê têkîldarî mijarê li emniyetê geriya xwest heta malbat bên wergirtin êrîş bên rawestandin. Sariyildiz anî ziman ku xemsariya emniyetê didome û nikarin ji malbatên li taxê mane agahî bigirin.