Li Dusseldorf çalakiya nobedê di roja 2. de ye
Li Dusseldorf çalakiya nobedê a ji bo 5 rojan duh destpêkir, ket roja xwe ya 2’yemîn. Îro Kurdistaniyên ji Koln û Bonn hatin çalakî dewir girtin.
Li Dusseldorf çalakiya nobedê a ji bo 5 rojan duh destpêkir, ket roja xwe ya 2’yemîn. Îro Kurdistaniyên ji Koln û Bonn hatin çalakî dewir girtin.
Li Dusseldorf çalakiya nobedê a ji bo 5 rojan duh destpêkir, ket roja xwe ya 2’yemîn. Îro Kurdistaniyên ji Koln û Bonn hatin çalakî dewir girtin.
Çalakiya nobedê a li pêşiya Parlementoya Eyaleta Vestfalya ya Bakurê Rheîn a ji bo protestokirina êrîşên hikûmeta AKP’ê û terora dewletê ya li ser Bakurê Kurdistanê û bêdengbûna Yekîtiya Ewropa ya li hember qetlîaman di roja 2 . de ye.
Her roj ji bajarên cuda Kurdistanî û dostên wan çalakiya nobetê digirin, îro jî Kurdistaniyê ji Koln û Bonn hatin çalakî dewir girtin. Endamê Navenda Civaka Demokratîk ê Duren Serhat Soylemez û endamê Federasyona Karkerên Koçber ê Elmanyayê Haydar Guler jî beşdarî çalakiya nobedê bûn, banga li gel kirin ku li hember qetlîaman bêdeng nemînin.
‘DIVÊ PARLEMENTOYA EWROPA LI HEMBER QETLÎAMAN BÊDENG NEMÎNE’
Soylemez di çalakiya nobedê de bal kişand ser qetlîamên li Kurdistanê tê meşandin, bang li Parlementoya Ewropa kir li hember qetlîamên li Kurdistanê bêdeng nemîne û gelê li Ewropa dijî divê li hember qetlîaman dengê xwe hê zêdetir bilind bikin.
‘DIVÊ HEVBIRÊN YEKÎTIYA HÊZAN JÎ CIHÊ XWE DI ÇALAKIYÊ DE BIGRIN’
Guler bang li partiyên siyasî yên Yekîtiya Hêzên Demokratîk kir ku divê di çalakiya nobedê de cihê xwe bigirin, bal kişand ser terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê tên meşandin û wiha anî ziman: “Li Kurdistanê li hember Kurdan dixwazin qirkirinekê pêk bînin. Ji bo li Ewropa ev bêdengî bê şikandin Yekîtiya Hêzê ya di nava yekgirtinên de beşdarî çalakiyê bibin. Deng bide dengê gelê Kurd û divê li hember qetlîamên pêk tên bikevin nava tevgerê.”
Çalakiya nobedê wê sibehê li Essen bi beşdariya Kurdistaniyan berdewam bike.