Ji DMME'yê biryarekî din a tedbîrê
DMME'yê ji bo Orhan Tunç ê ku duh şevê ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin û ji ber êrîşa polîsan nikarin bibin nexweşxaneyê biryara tedbîrê da.
DMME'yê ji bo Orhan Tunç ê ku duh şevê ji aliyê polîsan ve hate birîndarkirin û ji ber êrîşa polîsan nikarin bibin nexweşxaneyê biryara tedbîrê da.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Orhan Tunç ê ku duh şevê ji aliyê polîsan ve li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate birîndarkirin û ji ber êrîşa polîsan nikarin bibin nexweşxaneyê biryara tedbîrê da.
Birayê Tunç, Mehmet Tunç di daxuyaniya ku duh şevê da de diyar kiribû ku birayê wî hê jî birîndar e û ji ber êrîşan nikarin xwe bigihînin.
Çİ QEWİMÎBÛ?
Duh şevê li taxa Cûdiyê ji ber topebaranê ji bo rewşa birayê xwe Orhan Tunç hîn bibe derketibû derve û ji aliyê polîsan ve hatibû birîndarkirin. Ji ber êrîşa polîsan destur nehatibû dayîn ku ambulans bikevin taxê. Parêzer Ramazan Demîr duh şevê li ser navê birayê Orhan Tunç. Mehmet Tunç serî li DMME'yê dabû.