Asayîşa Qamişlo du bombe bê bandor kir
Hêzên Asayîşa li bajarê Qamişlo, du bombeyên ku ji bo teqandinê hatibûn bicihkirin, bê bandor kirin.

Asayîşa bajêr bi rêya malpera xwe ya înternetê ragihandin, ku welatiyekî ji wan re gotiye, 'Li nêzî xaçerêya Wehdê ya li taxa Kornîşê paketên gumanbar hene' û li ser vê yekê wan ekîbên pispor şandine herêmê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ekîbên pispor ev her du bombe bê bandor kirine û pêşî li teqîneke gengaz girtine.