‘Fikarên takekesî’ belgefilma Sara betal kir

Pêşendana belgefilma “Jiyana Min Şer e-Sara” ya jiyana ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) a li sînemaya Atlas a Beyoglû hat astengkirin.

Pêşendana belgefilma “Jiyana Min Şer e-Sara” ya jiyana ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) a li sînemaya Atlas a Beyoglû hat astengkirin. Di daxuyaniya li pêşiya sînemayê de Amadekara Belgefilmê Amadekar Elîf Engîl Şîmşek da xuyakirin ku Midûrê Atlas fikarên takekesî kirine hincet û pêşendan betal kiriye.

Pêşendana belgefilma “Jiyana Min Şer e-Sara” ya jiyana ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) a bi du jinên Kurd ên şoreşger 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hat qetilkirin vedibêje, li sînemaya Atlas a Beyoglû pêşendana îşev ji aliyê polîsan hat betalkirin.

Bi dehan kesên ji betalkirinê bê agahî hatin pêşiya Sînemaya Atlasê, agahî li ser piyan girtin. Li sînemayê Hevberdevka HDK’ê Sebahat Cansiz, birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz jî amade bûn, daxuyanî ji aliyê amadekara belgefilmê Elîf Engîl Şîmşek hat dayîn. Engîl da xuyakirin ku tevî beriya pêşendanê bi hefteyan jî hat salon hat girtin, midûrê Sînemaya Atlasê ji ber fikarên takekesî bi hinceta belgeyên Xebitandina Esef betal kir.

Şîmşek ji temaşevanan lêborîn xwest, da xuyakirin ku belgefîlm roja Pênçşemê saet 20.00 û 22.00’an di 2 seansan de li Navenda Pêşendana Sû ya Aksarayê bê pêşendan.

Piştî Şîmşek Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel axivî, destnîşan kir ku ev betalkirina asta Tirkiye ya ji aliyê azadiya fikr û îfadeyê nîşan dide. Tûncel wiha axivî: “Em wek jinên Kurd em ê xwedî li mîrateya sekna şoreşgerî a Sakîne Cansiz derkevin. Em ê têkoşîna Sakîne, Fîdan, Leyla, Sêvê, Pakîze, Fatma bidomînin."

Birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz jî wiha axivî: “Ji Sakîne tirsiyan ew kirin hedef. Niha jî heman kes ji belgefilmê wê ditirsin. Ji ber ku jiyana wê vedibêje. Min zanîbû ev zihniyeta wê kirin hedef wê qedexe bikin. Lê li kû derê qedexe bikin bila bikin, em ê her tim Sakîne bişopînin.”

Girse bi dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, “Zext Nikarin Me Bezar Bikin”, “Şehîd Namirin” ve ji sînemayê veqetiyan.

...