PYD'ê bersiv da îdîayên li ser 'Hevdîtina Şamê'

Meclîsa Partiyê ya PYD'ê îdîayên dibêjin, "Rejîma Baasê û PYD'ê bi dizî hevdîtin kirin" red kir û diyar kir ku dewletê herêmê yên li Sûriyeyê têk çûne, yekser li dijî rêveberiya xweser sekinîne û hewl didin wan li derveyî çareseriyê bihêlin.

Meclîsa Partiyê ya PYD'ê îdîayên dibêjin, "Rejîma Baasê û PYD'ê bi dizî hevdîtin kirin" red kir û diyar kir ku dewletê herêmê yên li Sûriyeyê têk çûne, yekser li dijî rêveberiya xweser sekinîne û hewl didin wan li derveyî çareseriyê bihêlin.

Meclîsa Giştî ya Navendî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li hemberî îdîayên ku ji aliyê Toreya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ku navenda wê li Qeterê ye û hin malperên înternetê yên alîgirên Îtîlafa Sûriyeyê û Meclîsa Niştîmanî ya Sûriyeyê ne hatine belavkirin, daxuyaniyek da raya giştî.

Meclîsa PYD’ê diyar kir ku dewletên herêmî di serî de Tirkiye û Qeter piştî ku polîtîkayên li Sûriyeyê pûç bûn îro bi awayekî rasterast li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sekinîne û bi hemû rêbaz û şêwazan hewl didin ku destketî û serketinên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk anîne reş bikin, ev dewlet her wiha dixwazin li hemberî hêviyên gelê Sûriyeyê yên çareseriyê astengiyan derxînin.

Di daxuyaniya Meclîsa PYD’ê de ev tişt hatin gotin:

"Van dewletan dest bi pêngaveke dewrekirin û belavkirina îdîayan kirin. Ev jî bi rêya 'Toreya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan' ku navenda wê li Qeterê ye, her wiha malperên înternetê yên alîgirên îtîlafa Sûriye, Meclîsa Niştîmanî ya Sûriyeyê ne tên kirin. Ew dibêjin ku hin berpirsên rejîmê hatine Rojava!.

Wekî Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk em van îdîa wekî derew dinirxînin û bi ji serî heta binî red dikin. Em aliyên ku van îdîayan belav dikin şermezar dikin û belavkirina wan di vê demê de wekî hewldaneke valaderxistina projeyên çareseriyê yên navneteweyî dibînin. Ew dixwazin hêzên demorkatîk û sivîl ên li ser erdê aktîf di nava de partiya me dûr bixin. Ji roja destpêkê ya aloziyê ve me gotiye ku çareseriya siyasî bi veguhertina demokatîk ku yek ji armancên me ye pêk tê û ji bo wê partiya heta roja îro têkoşînê dike ye.

Em careke din bang li hêz, partî, kesayetên welatparêz ên Sûriyeyê dikin ku li gorî mentiqê mirovahî, niştîmanperwerî û berpirsyartiyên dîrokî tevbigerin. Em hemû hewldanên xwe bikin ku gola xwînê ya Sûriyeyê bidin sekinandin û rê li pêşiya çareseriya siyasî vekin. Di destpêkê de em ambargoya li ser herêmên Sûriyeyê vekin û qonaxa siyasî ya bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî qebûl bikin."